400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê

img
ENQERE - Fezlekeyên parlamenterên ku bi piraniya wan parlamenterên HDP’ê ne yên serdema 27’emîn ku parêzbendiya wan hat rakirin şandin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. 
 
Piştî Hilbijartina Serdema 28'an a Parlamenteriyê ya 14'ê Gulanê pêk hat, ji hezar fezlekeyan, 400 fezlekya kesên ku ji aliyê Serokatiya Meclisê ve hatin îadekirin û di serdema nû ya qanûndanînê de nehatine hilbijartin, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hatin şandin. 
 
Piraniya van fezlekeyan ên parlamenterên HDP’ê yên serdema 27’emîn in. Piştî karûbarên li Serokomariyê ji bo temamkirina lêpirsînan şandin Wezareta Dadê û paşê şandin Buroya Lêpirsîna Sûcên Meclisê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Tê payîn ku di rojên pêş de nêzî 600 dosyeyên din jî ku li Wezareta Dadê ne dê ji Serdozgeriyê re bên şandin.  
 
Ev 400 fezleke gihîştin ber destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Piştî lêkolîna li serdozgeriyê fezleke şandin buroyên eleqedar ên bi van lêpirsînan ve. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî di nav van parlamenteran de ye. Wê lêpirsînên têkildarî van fezlekeyan ji aliyê serdozgeriyên komarê ve werin birêvebirin.