Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin

img

ENQERE - Partiya Çepên Kesk ji bo ronîkirina Komkujiya Zîlanê ku zêdetirî 15 hezar kes hatibûn qetilkirin, xwest ku komîsyona heqîqetê were avakirin. 

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji bo ronîkirina Komkujiya Zîlanê pêşnûmeya lêkolînê da Serokatiya Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku di 13’ê Tîrmeha sala 1930’an de li Geliyê Zîlan ê Erdîş a Wanê komkujiyeke mezin hatiye kirin. 
 
'15 HEZAR KES HATIN QETILKIRIN’ 
 
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku zarok, jin, mêr û ciwan jî di nav de bi dehhezaran kes bi tifingên makîneyî hatin qetilkirin, dest danîn ser mal û milkê kesên ji komkujiyê filitîn û ev tişt hatin gotin: “Piştre jî hatin sirgûnkirin. Bi ser re 93 sal derbas bû lê di serî de Agirî, Erdîş û Zîlan, êşên di bîra gelê kurd de hêj jî nû ne. Tevî vê yekê jî ji bo sivikkirina van êşan tu gavên hevrûbûnê nehatin avêtin. Berevajî vê, hewl didin hafizeya civakî vi HES’an tune bikin. Şopên komkujiyê û hestiyên mirovan li wê herêmê hene. îktîdara siyasî wê derê naparêze û ev yek nîşan dide ku ji hevrûbûnê ditirse.” 
 
‘BILA KOMÎSYONA HEQÎQETÊ WERE AVAKIRIN’
 
Di pêşnûmeyê de ev ji bo lêkolînirina Komkujiya Geliyê Zîlanê pêşniyara avakirina komîsyona heqîqetê hate kirin û wiha bi dawî bû: “Bi taybet jî heke TBMM ji bo trajediyên dîrokî bi bi rola xwe rabe, dê ev gelek watedar be. Ev yek dê bike ku civakên me hev hembêz bikin û rê li ber aştiyeke mayînde vebibe. Divê mekanîzmayên rast bên avakirin ku derheqê Komkujiya Zîlanê de lêkolînên baş bên kirin, agahiyên rast bi raya giştî re bên parvekirin, mexdûriyetên heta niha bên tespîtkirin û gav bê avêtin. Lewma divê komîsyona lêkolînê ya meclisê bê avakirin.”