Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye

img

ÎZMÎR – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîranê xwe ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade dikin û got: “Ji bo em ji AKP’ê rizgar bibin ev hilbijartin fersend e.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derbarê hilbijartina pêşwext ango zordest a di 24’ê Hezîranê de dê pêk bê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. 
 
'ÊDÎ AKP NIKARE TIRKIYEYÊ BIRÊVE BIBE’ 
 
Buldan destnîşan kir ku di bin biryara hilbijartina pêşwext a 24’ê Hezîranê de êdî AKP nikare welat birêve bibe heye û got: “AKP nikare Tirkiyeyê birêve bibe û li gel vê yekê jî ji bo desthilatdariya xwe biparêz e, hin hewldanan dike. Ji bo vê yekê jî bêguman hilbijartin nîşaneyek baş e. Tirkiye tenê qirîzên aborî û siyasî najî. Bi taybetî bi polîtîkaya şer re di serî de pêşketinên li Sûriye û di warê pêşketinên li Rojhilata Navîn de Tirkiye baweriya xwe li qada navnetewî winda kiriye. Vê yekê jî desthilatdariya AKP’ê ajot nav hilbijartina pêşwext.” 
 
'QEYRAN Û RAGEŞIYAN ZORA HILBIJARTINA ZORDEST DA AKP’Ê’ 
 
Buldan da zanîn ku pêkanîna hilbijartina pêşwext tenê ne ev sedemên rêz kiriye gelek sedemê wê hene û wiha domand: “Bi taybetî pirsgirêka kurd, ji bo Tirkiyeyê meseleyek girîng e. Partî ango desthilatdariyek vê pirsgirêkê çareser neke jî şansê wê li ser piya bimîne nîne. Li gel van hemû qeyranan, heta roja îro hikumeta AKP’ê çi soz daye gelê kurd jî pêk neaniye. Li hember kurdan ketiye rewşa partiyek derewkar. Dema em van hemûyan tînin kêleka hev, hemû rageşî û qeyranên li Tirkiyeyê zor daye AKP’ê ku hilbijartinek zordest pêk bîne. Lê divê ku civaka Tirkiyeyê êdî biryara xwe baş bide. Ev fersendek e. Divê ev fersend baş bê nirxandin. AKP ji roja bûye desthilatdarî heta roja îro ji bilî êş, zilm, zext, rondikên çavan û qirîzê tiştek ne aniye Tirkiyeyê. Di 24’ê Hezîranê de li gel hemû hîle û diziyên AKP’ê jî dê civaka Tirkiyeyê xwedî li sindoqan derbikeve û ez bi bawer im dê bi ser kevin jî.” 
 
‘QANÛNÊN XWE ÇÊDIKIN’ 
 
Buldan bal kişand ser qanûnên AKP li gorî xwe derdixe, Rewşa Awarte û betalkirina wekîlên HDP’ê û got: “AKP jî baş dizane ku nikare Tirkiyeyê bi OHAL û KHK’yan birêve bibe. Lê li gorî xwe qanûnan derdixe û kiras lê dike. Her roj wekîliya parlementerek me betal dikin. Ew jî dizanin ku Parlamento êdî nikare wiha birêve biçe. Lê qanûnên ku tu rewabûna wan nîne derdixin û xwe birêve dibin. Dixwazin van qanûnan li pêşiya gelê Tirkiyeyê bihêlin.” 
 
'EM BI NAMZETÊ XWE DIKEVIN HILBIJARTINÊ’ 
 
Buldan behsa nîqaşên tifaqa hilbijartinê jî kir û wiha dewam kir: “Ji serê ewil ve me aşkere kir ku em dikarin li gel hêzên demokrasiyê tifaqê ava bikin. Hêj heman biryara me li şûna xwe ye. Bêguman dê namzetek me bi hêz hebe. Em ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Lê hêj namzetê me ne diyar e. Ya dê Tirkiye bibe aligirê pergala yek zilamî yan jî dê bibe aligirê piralîparêzî, demokrasî, aştî, aramî û azadiyê. Dê tifaqa me li gel hêzên demorkasiyê pêk bê.” 
 
‘EM Ê RIHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ Û 24’Ê HEZÎRANÊ BIKIN YEK’ 
 
Buldan bal kişand ser rihê hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an ku AKP ji desthilatdariyê ve ket û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “HDP tenê ne kurdan temsîl dike. Hemû gelên Tirkiyeyê temsîl dike. Me amadekariyên xwe yê hilbijartinê bi eniya demokrasiyê re kiriye. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de atmosferek germ hebû. Me xwe gihandibû her kesî. Armanca me ew e ku em di 24’ê Hezîranê de hin bêtir bigihînin aliyên berfireh. Di 7’ê Hezîranê de cihê me xwe negihandê, em ê di 24’ê Hezîranê de xwe bigîhînin û dilê xwe û wan bikin yek. Em ê her kesî vexwînin nav refên HDP’ê. Ji ber vê yekê em ê bi ser bikevin. Em ê rihê 7’ê Hezîranê û 24’ê Hezîranê bigîhîhin hev û bikin yek. Em bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîranê xwe ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade dikin. Ji bo em ji AKP’ê rizgar bibin ev hilbijartin fersend e.”