Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne

ENQERE - Endamê MYK’a Partiyê Çepên Kesk Cahît Kirkazak bertek nîşanî Diyanetê da ku dixwaze tev li  doza Kobanê bibe û anî ziman ku desthilat, Diyanetê weke amûrekê bi kar tîne. 
 
DAIŞ’ê li dijî bajarê kurdan ê Kobanê êrişeke qirker dabû destpêkirin û piştre li Tirkiyeyê bûyerên 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an rû dabûn. Tevî Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bere Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd, di çarçoveya Doza Kobanê de têne darizandin. Diyanetê di serlêdana xwe ya 11’ê gulanê de îdia kiriye ku siyasetmedarên têne darizandin “bingeha olê ji binî dihejînin” û xwest bibe aliyê dozê. 
 
Endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk parêzer Cahît Kirkazak têkildarî serlêdana Diyanetê hin nirxandin kirin. 
 
‘JI GEL RE DIBÊJIN JI RÊ DERKETÎ’
 
Kirkazak li ser gotina Diyanetê ya “ji rê derketî” gotiye, sekinî û têkildarî bikaranîna vê têgehê ev tişt gotin: “Mirovên ku ew dibêjin 'ji rê derketî' kesên li dijî kirinên DAIŞ’ê dengê xwe derxistine û nexwestine bibin şeytanên bêdeng in. Nikarin vê tiştê bejin partiyê, rasterast ji gel re dibêjin. Desthilat dînê Mûaviye ji xwe re esas girtiye û Mûaviye olê ji bo ku teşe bide civakê bi kar tîne. Desthilat bi hemû derfetên xwe êrişî kurdan dike lê ji bo cezakirina wan nikare civakê qaneh bike. Desthilat dixwaze bi vê yekê hestên civakê yên olî îstîsmar bike, hundirê van hestan vala bike, birizîne û civakê qaneh bike." 
 
‘DIYANET HEWL DIDE DAIŞ'E PAQIJ NÎŞAN BIDE'
 
Kirkazak helwesta Diyanetê ji hêla hiqûqa îslamê û hiqûqa aqilmendiyê nirxand û ev tişt gotin: “Ola îslamê mafên mezlûman xistiye bin temînatê û gotiye ku kesê li dijî zilmê bêdeng bimînin ew şeytanên bêziman in. Dema êriş li Kobanê hate kirin li her dereke cîhanê mirovan bertek nîşan dan lê Diyanet nekarî daxuyaniyekê tenê bide. Li Kobanê dest dirêjî jin û zarokan kirin, rûmet û malên wan ji wan stendin Diyanetê tu bang nekirine û bi gotina 'ji rê derketî' mirovên deng derxistine tewanbar dike. Diyanet bi vê yekê DAIŞ’ê pak dike.” 
 
‘DEWLET BI TEVGEREKE YEKGIRTÎ NÊZÎKÎ DOZÊ DIBE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Kirkazak destnîşan kir ku doz darizandineke siyasî ye û ev tişt gotin: “Di rastiya xwe de doza tesfiyekirina tevgera kurd a siyasî, hilîna tola DAIŞ’a li Kobanê têk çûyî û doza kêmînê ye. Helwesta vê dozê di sedsaliya Lozanê de kurdan ji nû ve bikin bênasname, bêvîn, û bêstatû. Devlet bi tevgereke yekgirtî nêzî dozê dibe û bere xwe dide rexnegiriya gelê kurd û civaka tirk. Dîsa dewlet Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî, Serokatiya Serleşkeriyê, Wezareta Karên Navxweyî, Cendime, Fermandariyê, Midûriyeta Emniyetê ya Giştî û teşkîlatên girêdayî van, şaredariyan, bankayan û herî dawî Diyanetê jî tev li vê nêzîkatiya xwe dike.”
 
‘DIVÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ XWEDÎ DERBIKEVE’
 
Kirkazak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku darizandin bi avakirina danezanan tê meşandin û got: “Divê civaka Tirkiyeyê xwedî li vê dozê derbikeve. Taybetî jî rojnakbîr, entellektuel, nivîskar dozê raçav bikin û ger rastiyê ji civaka Tirk re parve nekin talukeyeke mezin li pêşiya Tirkiyeyê heye. Ger ev kemîn ji holê neyê rakirin dê herkes bikeve nav vê kemîna bêhiqûqî û antidemokratik.”
 
MA / Yusra Batihan