DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DYA’yê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, mueyîde li komên paramîlîter ên Tugaya Suleyman Şah û Tumena Hamza ferz kir ku girêdayî dewleta tirk in. 
 
DYA’yê ji ber binpêkirinên li mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, li komên paramîlîter Tugaya Suleyman Şah û Tumena Hamza yên girêdayî dewleta tirk û rêveberên wan Muhammed Huseyîn el Casim, Velîd Huseyîn el Casim û Seyf Boulad Ebu Bekir mueyîde ferz kir. 
 
Li gorî nçeya Associated Pressê (AP); Ofîsa Kontrolkirina Hebûneyên Biyanî ya Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê bi sedema ku koma paramîlîter a Tûgaya Suleyman Şah gel bi zorê koçber dike, mirovan direvîne û fîdye dixwaze, dest datîne ser malê gelê xwecihî û bi van rêyan bi milyonan dolar bi dest xistine lewma mueyîde lê ferz kiriye. Hat destnîşankirin ku Tumena Hamza ji bo fîdyeyê welatiyan direvîne û navendên binçavkirinê yên îşkence û îstîsmara zayendî lê dike dixebitîne. 
 
Ji bo rêveberê Tûgaya Suleyman Şah ê bi navê Muhammed Huseyîn el Casim jî hat destnîşankirin ku kurdan ji cih û warên wan dike, ferman daye ku mal û milkê wan pêşkeşî xizmên endamên tugayê bên kirin. Li gorî DYA’yê, el Casim bi rêya revandina mirovan, xesp û fîdyeyê bi deh milyonan dolar bi dest xistine. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Bajarê Efrînê ku navenda demokrasî, zanist û perwerdeyê de bû, di 18’ê adara 2018’an de ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve hate dagirkirin. Bi ser dagirkeriyê re 5 sal derbas bûn û bajar veguherandin navenda talankirin, xesp, tecawiz, qirkirina etnîkî û tirkkirinê. Her wiha demografyaya herêmê hate guherandin. Beriya êrişê rêjeya nifûsa Efrînê ji sedî 90 kurd bû lê niha yek bi yek her tiştê bi navê kurdan tê tunekirin. Piştî ku bajar ketî bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter, zêdetirî 300 hezar efrînî ji xaka xwe hatin kirin. Niha jî 400 hezar kesên ji bajarên Idlib, Hema, Hums, Xuta, Laziqiye û Helebê ku xizmên komên paramîlîter in li malên kurdan hatine bicihkirin.