Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike

img
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, berî hilbijartina zordest di çarçoveya geşta herêmê de, dê sibe Rihayê ziyaret bike û hevdîtinan pêk bîne. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî biryara hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ya îtîfaqa AKP û MHP’ê lez dan xebatên xwe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî berî hilbijartina zordest di çarçoveya geşta herêmê de, dê sibe biçe Rihayê.  Parlamenterên HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş, Dîlek Ocalan û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç dê bi Temellî re bigerin. HDP’ê dê li bajêr hevdîtinan bikin û bi gel re bên gel hev. Temellî dê dûre dikandaran, rêxistinên civaka sivîl û rêveberiyên partiyê ziyaret bike.  
 
Temellî dê Fuara Çandiniyê ya hat vekirin ziyaret bike û di xwarina êvarî de bi KESK, ÎHD, TMMOB, Baroya Rihayê, KCD û rojnamegerên herêmî re bên gel hev. Temellî  pişt re dê beşdarî bernameyek hevpar a 3 televîzyonên herêmî bibe.