Temellî: Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî dê bi rêve bibin

img
ŞIRNEX - Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sazaî Temellî û parlamenterên HDP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Şirnex ziyaret kir. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî diyar kir ku îktidarê xwest wan bê amade bigirin, lê ew ne niha 40 salin amade ne û got: "Yên Şirnex û Sîlopî xera kirin û mirov kuştin bê şerm tên dengan dixwazin. Lê Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî û Îzmir Îzmîrî dê bi rêve bibin." 
 
Heyeta HDP'ê, bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û parlamenterên HDP'ê Şirnex ziyaret kirin. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî helwesta hikûmetê û polîtîkayên hikûmetê şermezar kir û wiha got: "Îro li Botanê dengê heqiyetê li dijî şer bilind dibe. Dema em derketin gera herêmê hêj biryara Hilbijartina Zordest nehatibû dayîn. Yên îro xwestin Hilbijartina Zordest bigrin xwestin gel bê amade û xafil zeft bikin. Em 40 salin amade ne. Em her dem amade ne."  
 
EW BI POLÎTÎKAYÊN ŞER LI SER PIYAN IN
 
Temellî, anî zima nuk îro dengê heqîqetê dê li her derê bilind bibe û wiha lê zêde kir: "Dê di 24'ê Hezîranê de Tirkiye ji zilmê, zordestiyê û hîleyan rizgar bibe. Ew ji vê yekê ditirsin. Ji ber vê yekê me asteng dikin. Em bi parlamenter û rêveberên xwe li navçe û bajaran digerin. Lê em rastî astengiya kontrola rêyan tên. Ev tirsa wan nîşan dide. Bi polîtikayên şer li ser piyan radiwestin. Vê îktîdarê xalî û bajra xerakirin. zarokên me kuştin. Hemû mafên me yên heq ji destê me girtin. Li ser polîtîkaya dijminantiyê xwe li ser piyan dihêlin. Ev versiyona feraseta dawî ya îktîdarê ye. Ji ber ku hebûna xwe li ser tundî, şer û înkarê ava dike. Li ser siyaseta dijminantiyê pêş dixin. Ji bo rê li pêş referanduma Kurdistana Bajûr bigirin bi dijminê xwe re dibin yek. Tu eleqeya wî ya aştî û demokrasiyê bi hev tune ye. Tenê derdê Erdogan îktîdara tekakesî ya siyasî ye.  
 
ÎRO WELATÊ HERÎ BÊ EDALET TIRKIYE YE
 
Ji roja şerê li Suriye ketiye meriyetê heta niha bajarê herî bi refah û aram Efrîn bû. Lê li dijî Efrîn şer dan destpêkirin û talan kirin. Îro di cîhanê de welatê herî zêde bê edalet Tirkiye ye. Di parvekirina edalet û parvekirina çavkaniyên aborî de bê edaletî heye. Hemû çavkaniyên gel desteser dikin û dibin Qesrê. Ronahî û hemû çavkaniyên gel desteser dikin û Tirkiye dixin nava tariyê. Ji bo em Tirkiye ji tariyê xelas bikin û li rohahiyê xwedî derkevin em di 25'ê Tîrmehê de li Sindoqan derkevin. 
 
ME JI ÎRO DE QEZENÇ KIRIYE 
 
Ew qas ditirsin ji hev ditirisin. Tirs bûye xewna wan. Em bi ser ketin. Demokrasîe û biratiya gğelan bi ser ketiye. Ji ber em bi ser ketine serî li hemû lîstik dek û dolaban didin. Ji ber ku em bi ser ketine dixwazin rê li pêş me bigirin. Berxwedana gelan bi ser ketiye. Bi deh hezaran hevalên me hatin binçavkirin. 6 hezar hevalên me girtî ne. Hevserokên me yên berê girtî ne. Babahat. Fîgen, Selma, Gultan hemû girtî ne. Ew xwediyê vê hezkirin û sevdayê ne. Em dê vê hezkirina wan mezin bikin. Yên xwestin me dîl bigirin û serê me bitewînin zextan zêde dikin.  Me berê got hûn şaşiyan dikin. Lê hêj nû dê hişê wê bê serê we .Gelo piştî we şirnex û Sîlopî xera kir hişê we bê serê we. Bê eyb û şerm tên Şirnex û sîlopiyê dengan tên dengan dixwazin. Berê xwe rast bikin piştre werin. Naçin hurmetê nîşanî mirovan nadin. Wan ji cih û warên wan dikin û piştre jî diçin bê şerm dengan ji wan dixwazin. Ev nayê ji bîr kirin. 
 
ŞIRNEX DÊ ŞIRNEX BI RÊVE BIBE
 
Gelê Şirnex û Botanê ku evîndarê azadiyê ye, bi van zextan dixwaze wan têxe bin kontrolê. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Em dê ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan li xwe xwedî derkevin
 
Şirnex dê Şirnex, Efrîn dê Efrîn û Îzmir Îzmir bi rêve bibe. Ew ji rêveberiyê fam nekin qeyûm tayîn dikin. Ji bo nikarin bi rêve bibin qeyûm tayîn dikin. Ev ÎKtîdara tundiyê ye. Bi tundiyê talankirin û wêrankirinê li ser piyan e. Em dê di 24'ê Heziranê de li sindoqên xwe xwedî derkevin û xwe bi rêve bibin.  Em dê xwe jî û bajarên xwe jî bi dest bixin. Em dê hemû şaredariyên di 2009'an de me bi dest xistibûn dîsa paşve bistînin. Em dê bêtir şaredariyan bi dest xibin.  Ji bo ev axa xweşik û wargeha xweşik pêş bikeve divê em ji nûve ava bikin. Sewalkarî û çandinî divê ji nûve pêş bikeve. Ev yek bi ceza nayê pêşxistin. Bi serbestiyê tê pêşxistin. Ji bo jiyanek azad divê em li axa xwe, xwarina xwe, ava xwe, sewalên xwe çemên xwe zozan û çiyayên xwe xwedî derkevin.  Li vir pirsgira ewlehiyê tune. Pirsgirêka aqil a Dewlet Bahçelî heye. Ji ber vê yekê dijminantiya kurdan pêş dixe.