Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet

img
ENQERE - Serokwekîlê Koma HEDEP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet û têkildarî nîqaşên tifaqê wiha got: “Deriyê me ji herkesê re vekiriye. Lê em li pişt deran bi kesê re naaxivin.”
 
Pêvajoya serlêdana bernamzetan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê adara 2024’an de were lidarxistin dê di 10’ê kanûnê de bi dawî bibe. Kesên ku li bajar, navçe û bajarokên partî bûye yekemîn û duyemîn weke namzet werin nîşandan dê bi pêşhilbijartinên ku weke “Lihevhatina bajar” hatine binavkirin werin diyarkirin. Ji ji 3’yan 2 kesên ji bo endamtiya Meclisa Şaredariyê û endamtiya Meclisa Giştî ya Bajar weke namzet werin nîşandan jî bi pêşhilbijartinê werin diyarkirin. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku nêzî 200 bajar, navçe û bajarokan sindoq werin danîn. Hêj nehatiye diyarkirin ku dê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê stratejiyeke çawa were meşandin. Lê di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya dawî de hate aşkerekirin ku “meyla li hemû bajaran namzetan nîşan bidin” derketiye holê. Meclisa Partiyê (PM) dê di vê mijarê de biryara dawî wergire. 
 
Serokwekîlê Koma HEDEP’ê Sarûhan Olûç têkildarî modela “Lihevhatina bajar” ku tê mereqkirin, pêvajoya diyarkirina namzetan û dê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê stratejiyeke çawa bidin meşandin, nirxandin kir.  
 
NAMZET DÊ BI ‘LIHEVHATINA BAJAR’ WERIN DIYARKIRIN 
 
Oluç diyar kir ku weke partî piştî hilbijartinên giştî yên di meha gulanê de hatin lidarxistin ketin pêvajoya nirxandin û xwerêxnedayînê û bi bîr xist ku di vê çarçoveyê de civînên gel li dar xistin. Olûç, bal kişand ku di civînan de kêmasiyên di partiyê de derketin holê hatin nîqaşkirin û wiha got: “Di encama vê yekê de hin xisûs derketin holê. Yek ji van jî diyarkirina namzetan a bi pêşhilbijartinê bû. Daxwaza gel di vî aliyî de bû. Daxwaza ji rêxistinên me yên partiyê hatin di vî warî de bû.”
 
Olûç, diyar kir ku di kongreya partiyê ya pişt re hate lidarxistin de ev daxwaz hate qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ez difikirim ku ev girîng e. Beriya niha jî li hin cihan hin hewldanên me yên di vî warî de çêbûn. Lê vê care bi pergaltir kir. Em ê li her derê sindoqan deynin. Em ê bi tevlibûna herî berfireh, bi ‘lihevhatina bajar’ pêş hilbijartinê bikin. Em ê namzetên xwe wiha diyar bikin.”
 
‘BERNAMZETÊN KU JI PÊŞHILBIJARTINÊ DERBAS NEBÛN NIKARIN BIBIN NAMZET’
 
Olûç, bi lêv kir ku ji bo pêşhilbijartinan amadekarî didomin û wiha lê zêde kir: “Komîsyonên me dixebitin. Dema serlêdan û xebatên pêwîst temam bûn em ê van hilbijartinan pêk bînin. Em ê sinqodan deynin û kesên xwedî mafê deng bikaranînê dê dengê xwe bikarbînin. Ji sindoqê çi derkeve em ê li gorî wê tevbigerin.”
 
Olûç, qala kesên ku dema ji pêşhilbijartinê derbas nebin dê weke namzet nîşan bidin an na kir û wiha pê de çû: “Me di kongreyê de biryara pêşhilbijartinê wergirt. Ev ne biryareke ku lijneyeke me wergirtî ye. Ev biryareke ku di kongreyê de hatiye wergirtine û kongre organa herî mezin a partiyê ye. Em ê wan biryaran pêk bînin. Heke dê biryarên kongreyê bên binpêkirin. Ez difikirim ku nîqaş û fikarin di vî warî de ne di cih de ne. Her wiha me ev yek jî me rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re parve kir; kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebe nikare bibe namzet. Usuleke me ya kesên nikarîne ji pêşhilbijartinê derbas bibin bikin namzet nîne.”
 
BANGA ‘BIBIN NAMZET’ 
 
Olûç, îşaret kir  ku dixwazin vîna gel bi awayekî herî baş nîşan bidin û wiha got: “Encama derkeve holê, dê bibe encameke ku em hemû li gorî wê tevbigerin.” Olûç, her wiha pîvanên partiyê bi bîr xistin û bang kir ku hemû kesên van pîvanan bi cih tînin ji partiyê bibin namzet. 
 
DÊ JI ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ NAMZET BÊN NÎŞANDAN?
 
Olûç, biryara “meyla li hemû bajaran namzetan nîşan bidin” ku di civîna MYK’ê de derketiye holê nirxand, anî ziman ku biryara dawî dê PM bide. Olûç, axaftina xwe wiha domand: “PM dê biryara herî guncav bide. Di hilbijartinên herêmî de dînamîkên herêmî girîng in. Rêxistinên sivîl ên civakî ku dê lihevhatina bajêr pêk bînin û rûspî girîng in. Ji ber vê yekê PM dê bi awayekî ku hevsengî li ber çavan were girtin dê vê mijarê têxe rojeva xwe û dê biryarekê bide. Ez difikirim ku PM dê biryara herî baş û bi me bide qezenc kirin wergire.”
 
‘DÊRIYÊ ME JI HERKESÊ RE VEKIRÎ YE’  
 
Olûç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me beriya niha jî gotibû û em dubare dikin; deriyê me ji herkesê re vekiriye. Lê em ê li pişt deriyan bi kesê re neaxivin. Kîjan partî dixwaze bi me re biaxive dê bi deriyê pêşiyê re were. Heke bixwazin hevdîtinê weke ku gel bibîne û bizane bikin dê were kirin. Em ê çay û qehweya xwe vexwin û hevdîtina xwe pêk bînin. Em li pişt deriyan tu tiştî nekin. Ji ber vê yekê me derî li tu kesê negirtî ye. Lê em xebatên xwe weke ku dê tu hevkarî û tifaq çênebin dimeşînin. PM jî dê vê biryarê li ber çavan bigire û wisa biryarê bide.”
 
‘DERDÊ ME NE ZÊDEKIRINA HÊZA BAZARKIRINÊ YE’ 
 
Olûç, herî dawî rexneyên derdorên desthilatê yên “bi bazarkirinê destê xwe xurt dikin” nirxand. Olûç, bal kişand ku rewşeke wiha nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derdê me ne zêdekirina hêza bazarkirinê ye. Berovajiyê vê em gavên ku diavêjin bi awayekî bi pergal bi cih tînin û bêyî ku em dereng bimînin pêvajoyê temam bikin. Ji ber ku em dixwazin di van hilbijartinan de hem li Kurdistanê hem jî li Stenbolê qezanca herî zêde bi dest bixin. Qezenc ew e ku derfetên rêveberiyê bi dest bixin. Li hin cihan dê Meclisên şaredariyê yên xurt hebin, li hin cihan dê şaredariyên bajarên mezin hebin. Li hin cihan jî dê şaredariyên navçe û bajarokan hebin. Ev hemû bi awayekî vekirî ne. Em dixwazin em bi awayekî herî zêde serkeftinê bi dest bixin. Hedefa me ev e. Ji ber vê yekê divê tu xebat kêm nemînin. Me bergiriyên vê di MYK’ê de wergirtin.”
 
MA / Mehmet Aslan