Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje

MÛGLA / AYDIN – Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatimogûllari şêniyên Îkizkoyê yên li Mûglayê li hemberî kana madenê li ber xwe didin ziyaret kir û li Aydinê jî bi ciwanan û gel re hat cem hev. Hatîmogullariyê di peyamên xwe de ku di van serdanan de daye, diyar kir ku ew ê bi ruhekî şoreşgerî û welatparêzî bikin ku rejîma faşîst paşde gav biavêje.

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûlay Hatîmogullari li Mûgla û Aydinê hin serdan kirin. Parlementer Bûrcû Gul Çûbûk, Îbrahîm Akîn, George Aslan û Oznur Bartinê hevrêtiya Hatîmogûllariyê kirin. 
 
Hatîmogûllari û kesên pê re ewil çûn serdana şêniyên Îkizkoyê ku li navçeya Mîlas a Mûglayê li hemberî kana madenê li ber xwe didin. Hatîmogûllariyê li vir axivî û diyar kir ku AKP ji dema ku bûye desthilat heta ruxset li şîrketên madenê belav dike. Hatîmogullariiyê bilêv kir ku li ku derê talan hebe ew ê li wir bin û wiha got: "Em ê li dijî wan kesên ku hewil didin bi av û hewaya me xwe xwedî bikin têbikoşin. Em ê hemû li meclisê, li qadan û li meydanan bi hev re bin."
 
BI CIWANAN RE CIVIYAN
 
Heyet piştre derbasî navçeya Germencîk a Aydinê bû. Hatîmogullari û kesên pê re ku di ketina Taxa Ortaklarê de hatin pêşwazîkirin, li gel konwoyeke qelebalix derbasî avahiya HEDEP'ê ya Germencîkê bûn û bi ciwanan re hatin cem hev.
 
Hatîmogûllariyê xîtabî ciwanan kir û diyar kir ku êrişa li hemberî endamên Meclisa Ciwanan a Stenbolê îşkenceyeke eşkere ye. Hatîmogullariyê anî ziman ku polîsan porê jinên ciwan kişandine û wiha got: "Em bi vê pêkanîna li hemberî meclisa ciwanan, bûn şahidê pêkanînên bi vî rengî yên eşkere û dijmirovahî. Hişmendiya tu ciwanan wê serî li ber vê yekê netewîne. Yên li dijî vê feraseta ku mafê şîngirtiynê binpê dike û cenazeyan direvîne bitêkoşin hûn in. Dixwazin ciwanên kurd û ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyê ber bi zemîneke apolîtîk ve bikşînin. Ji bo vê jî em dibin şahidê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, bi taybetî li Kurdistanê. Di vir de ya pêşî tê kirin tiryak e. Ciwanan teşwîqê tiryakê û firotina tiryakê dikin. Di vî warî de veberhênaneke mezin a dewletê heye. Lê em ê bi Meclisa Ciwanên HEDEP'ê û hêzên şoreşger ên sosyalîst re bersiva herî mezin bidin."
 
TÊKOŞÎNA JI BO CÛDÎ Û AKBELENÊ
 
Hatîmogullari piştre di civîna gel a li ber avahiya partiyê pêk hat de xîtabî welatiyan kir. Hatîmogullariyê da xuyakirin ku desthilat dixwaze li gel Akbelenê Çiyayê Cûdiyê jî parçe parçe bike û got ku dijminatiya li Kurdistanê bi birîna daran dewam dike. Hatîmogullariyê diyar kir ku 40 sal in kurd aştiyê dixwazin û got: "Ev desthilat û mejiyê dewletê dibêje şer û xitimandin. Ev hikûmet bi polîtîkayên ku dimeşîne re dixwaze ruhê vê derê bifetisîne. Piraniya gelê me li Aydinê bi cih bûye, ji ber ku gundên wan hatin şewitandin û xerakirin. Dixwazin me jî ji vir bişînin. Dixwazin xwezaya me qir bikin. Em ji wan kesên xwezaya me qir dikirin re dibêjin, qethiyen em ê nehêlin dar li Cûdiyê bên birîn û dê piştgiriya me ya ji bo Akbelenê bidome. Em ê xwezaya xwe, hewaya xwe û axa xwe biparêzin."
 
'EM Ê BIKIN KU REJÎMA FAŞÎST PAŞ DE GAV BIAVÊJE'
 
Hatîmogullariyê da zanîn ku ji niha ve desthilat destê xwe ji bo tayînkirina qeyûman di hev dide û got: "Lê em ê li hemberî şaredariyan dîwarekî ji goşt lê bikin. Ji ber ku ew der hêlîna diziyê ya qeyûman e, li wir blokên beton çêkirine. Lê em ê wan blokên betonî bişkînin. Di heman demê de ji bo ku demokrasî li rojavayê bi ser bikeve çi ji destê me bê em ê bikin. Em ne li dijî hevkariya hilbijartinê ne. Lê ge rhevkariyek çêbibe divê vekirî û zelal be. Ji bo rejîma orîter paş d egav biavêje, dengdarên me fedakariyeke mezin kir. Gelê me dixwaze ku em di hilbijartinên 2024’an de bi ser bikevin û em ê ji bo vê yekê bixebitin. Em dixwazin di he rmecliseke şaredariyê de dengê gelê me hebe. Ji lew re em bi dengê wan dayikan têdikoşin ku çendî cenazeyên wan bi kargoyan radestî wan hatine kirin jî dest ji aştiyê bernadin. Em ê teqez bi ruhê şoreşgerî, welatparêzî bi ser bikevin û bikin ku vê rejîma faşîst paş de gav biavêje."