Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Saadetê Hasan Bîtmez dema di hevdîtinên bûdçeyê de diaxiviya krîza dil derbas kir û rewşa wî ya giran hêj didome. Meclisê, ji bo îro navber da hevdîtinan. 
 
Parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez dema îro li Meclisê di hevdîtinên bûdçeyê de diaxiviya, krîza dil derbas kir û rakirin beşa lênihêrîna warte a nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa Bîtmez giran e. 
 
Di girtekên Meclisê de derket holê ku dema Bîtmez ji ber krîza dil ketiye erdê, parlamenterên AKPî wiha gotin: “Xezeba xwedê wiha dibe.” 
 
Mişawirê Çapemeniyê yê Partiya Saadetê Haci Mûrat Uzgur li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku Bîtmez entûbe û anjiyo bûye û rakirina beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Bajar a Bîlkentê ya Enqereyê. 
 
Lijneya Şêwirmendiyê jî bi rojevê civiya û xwest Lijneya Giştî ya Meclisê îro navberê bide hevdîtinên bûdçeyê. Daxwaz hate qebûlkirin. Dê bûdçeyên Wezareta Karên Derve û Wezareta Dadê ku dê îro bihatina lidarxistin, taloqî 21’ê kanûnê hatin kirin. 
 
Hevdîtinên bûdçeyê dê sibe bidomin.