Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin

img
ENQERE - Parlamenterê Dem Partiyê Alî Bozan balê kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Divê em dengê girtiyan ê ji bo siberojên ronî ji girtîgehan derdikeve, zindî bihêlin.”
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, di Meclisê de daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û balê kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.  
 
Bozan bertek nîşanî heqaretên di çend rojên dawî de yên li dijî Şêx Seîd hatine kirin da û wiha axivî: “Yên ku heya delingên xwe ketine nava nijadperestiyê, bi heqareta Şêx Saîd bêedebî kirine. Em ser navê gelê kurd wan gotinan vedigerînin mejiyê wan ê kifkî bûye. Em navên Şêx Saîd, Seyîd Riza, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî qûrbanî hesabên we yên erzan nakin. Navê mezinên me li çiya, deşt û dilê kurdan de dijîn. Nav û bîranînên wan têkoşîn û baweriya me mezin dike.”
 
'DAXWAZÊN WAN REWA NE'
 
Bozan derbarê grevên birçîbûnê yên di 106 girtîgehan de ji bo piştgiriya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” didome ev tişt gotin: “Greva birçîbûnê ket roja 17’an. Herwiha Nobetên Edaletê jî dest pê kirin. Daxwazên wan demokratîk in, hiqûqî ne, rewa ne. Em bang li dewletê dikin ku bila hiqûqî tevbigere û bang li yên derve dikin ku bila bêdengiyê bişkînin û deng bidin denge girtiyan.” 
 
'JI BO ROJÊN RONÎ...'
 
Di dawiya axaftina xwe de Bozan destnîşan kir ku ji ber Dîlan Barîn a di Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê de tê ragirtin ketiye greva birçîbûnê, wê xistine hucreya yekkesî û bi bîr xist ku Barîn ji hêla gerdiyanan ve hatiye derbkirin û got: “Divê em dengê girtiyên ku ji bo siberojan ronî bikin derdixin, zindî bihêlin. Dema ku ew di girtîgehê de têdikoşin divê em li derve hêz bidin têkoşînê. Divê em hemû cudahiyan danin aliyekê û bi hev re ser riya xwe bimeşin. Bila neyê jibîrkirin ku li dijî vê desthîlata faşîst hemû kurd wekhev in.”