Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê DEM Partiyê Rûştû Tîryakî diyar kir ku dê di du hefteyên ewil ên meha çileyê de pêşhilbijartinan li dar bixin û piştre jî namzetên xwe bidin nasîn. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên xwe yên ji bo hilbjartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin didomîne. Lijneyên hilbijartinê yên partiyê serlêdanên ji bo bernamzetiya hevşaredarî, endamtiya meclisên şaredariyê û meclisên giştî heta 20’ê kanûnê dem dabû. Piştre jî dê li nêzî 200 bajar û navçeyan sindoq bên danîn û pêşhilbijartin bê lidarxistin. Tu kesên ku neketine pêşhilbijartinê dê weke namzet neyên nîşandan. 
 
Cîgirê Hevserokê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê DEM Partiyê Rûştû Tîryakî da zanîn ku dê namzetên xwe di meha çileyê de bidin nasîn. 
 
JI SEDÎ 2-3’YÊ HILBIJÊRAN DÊ BIKARIN DENGÊ XWE BIDIN 
 
Tîryakî, da zanîn ku dê bernamzetên xwe bi rêbaza “Lihevkirina bajar” diyar bikin û hewl didin beşeke mezin a hilbijêran tev li pêşhilbijartinan bikin. Bi domdarî Tîryakî anî ziman ku dê ji sedî 2-3’yê hilbijêrên li navçe û bajaran di pêşhilbijartinê de dengê xwe bidin û wiha got: “Li bajarekê mezin ê ku hejmara hilbijêrên wê 500 hezar kes, herî kêm dê 15-20 hezar kes dengê xwe bidin.” 
 
DÊ NAMZET DI ÇILEYÊ DE BÊN EŞKEREKIRIN 
 
Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku gelemperiya xebatên hilbijartinê temam kirine û dê pêşhilbijartin di du hefteyên ewil ên çileyê de bên lidarxistin. Tîryakî, bi lêv kir ku dê piştre jî namzetên xwe bi raya giştî bidin nasîn. 
 
‘EM DIXWAZIN ŞAHIYA DEMOKRASIYÊ BIKIN’
 
Tîryakî, got ku serlêdanên ji bo namzetiyê li her bajaran didomin û wiha pê de çû: “Em dixwazin li dijî kesên me tune dihesibînin, yên dixwazin partiya me bigirin, yên alîkariya xizîneyê asteng dikin û heta tehemûla navê partiya me jî nakin, şahiyeke demokrasiyê li dar bixin. Banga me li her kesî ew e ku tev li vê şahiyê bibin. Hejmara serlêdanan çiqas zêde be, dê ev şahî jî ewqas xurtir be.” 
 
JI BO BERNAMZETIYÊ BANG KIR
 
Tîryakî, di serî de ciwan û jin bang li hemû hilbijêrên DEM Partiyê kir ku ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em hemû kesên heta niha bi awayekî di nava xebatên me yên siyasî de cih girtin an jî cih negirtibe jî bixwaze di nava partiya me de siyasetê bike û bibe parçeyeke rêveberiyên herêmî vedixwînin rêxistinên xwe yên bajaran. Li dijî kesên me tune dihesibînin, li dijî kesên dibêjin qey em tune bûne bersiva herî xurt dê bibe ev. Em her kesî vedixwînin ku bibin parçeyeke vê bersivê.” 
 
MA / Firat Can Arslan