Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê

img
ENQERE - Bersiva pêşnûmeya Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo hate dayîn û hat gotin ku di serdema 28’an a qanûndanînê de heta niha 6 hezar û 789 pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê hatine kirin. Bi 2 hezar û 652 pêşnûmeyan herî zêde DEM Partiyê pêşnûme dane Meclisê. Ji bilî 33 pêşniyarqanûnên AKP’ê, teklîfên tu partiyan nehatine qebûlkirin. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Ceylan Akça Cupolo di 6’ê kanûnê de têkildarî aqûbeta pirs, pêşnûmepirs û pêşniyarqanûnên di serdema 28’an a qanûndanînê de ji bo Meclisê hatine pêşkeşkirin pêşnûmepirs da Serokatiya Meclisê. Serokatiya Qanûn û Biryaran a Meclisê di 22’yê kanûnê de bersiva pêşnûmepirsê da. 
 
PÊŞNÛMEYÊN AKP Û MHP’Ê DANE 
 
Li gorî vê yekê; di tevahiya serdema 28’an de AKP’ê tenê 10 pêşnûmepirs dan Meclisê. Ji van tenê bersiva yekê hate dayîn. MHP’ê jî 73 pêşnûmepirs da Meclisê û ji van 51 hatin bersivandin û bersiva 16’an nehat dayîn. 6 jî li benda bersivdayînê ne. 
 
HERÎ ZÊDE DEM PARTIYÊ SERLÊDAN KIR 
 
Di serdema 28’an de herî zêde DEM Partiyê pêşnûmepirs da Meclisê. Hêj navê partiyê nehatiye guherandin (Partiya Çepên Kesk), 2 hezar û 188 pêşnûmepirs hatin pêşkeşkirin û ji van 941 jê hatin bersivandin. Piştî ku navê partiyê weke DEM Partî hat guherandin jî 464 pêşnûmepirs hatin pêşkeşkirin. Ji van tenê 51 hatin bersivandin. Bersiva 203 pêşnûmeyan nehatin dayîn û 210 jî li benda bersivê ne. 
 
 
CHP Û PARTIYA ÎYÎ
 
CHP’ê jî di vê serdemê de 2 hezar û 542 pêşnûmepirs da Meclisê. Ji van bersiva hezar û 526’an hate dayîn, bersiva 841’an nehat dayîn û 175 jî li benda bersivê ne. Partiya Îyî jî hezar û 33 pêşnûmepirs da. Ji van 631 jê hatin bersivandin, bersiva 363’yan nehat dayîn û 39 jî li benda bersivandinê ne. 
 
TEVAHIYA PÊŞNÛMEYÊN HATINE DAYÎN 
 
Di nava vê sala qanûndanînê de li gel partiyên din bi giştî 6 hezar û 789 pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê hatin kirin. Ji van bersiva hezar û 692’yan di nava dema xwe de hate dayîn, bersiva 2 hezar û 58’an piştî dema wan derbas bûy hatin bersivandin. Bersiva 2 hezar û 569’an nehat dayîn û 469 jî li benda bersivdayînê ne. 
 
 
HEJMARA PÊŞNÛMEYÊN LÊKOLÎNÊ 
 
Di bersiva hatiye dayîn de daneyên pêşnûmeyên lêkolînê jî hate parvekirin. Li gorî vê; heta niha AKP’ê tenê yek da û hate qebûlkirin. DEM Partiyê 259 pêşnûmeyên lêkolînê dan. Ji van 18 jê li parlamenteran hatin vegerandin û yek hate qebûlkirin. CHP’ê 250 pêşnûmeyên lêkolînê da û ji van yek jê hate qebûlkirin. Her wiha bi giştî 22 pêşniyarên hevdîtina giştî ji Meclisê re hatin kirin û ji van 19 jê Meclisê girt rojeva xwe û tenê yek jê qebûl kir. 2 pêşniyarên CHP’ê nehatin qebûlkirin. 
 
 
TENÊ TEKLÎFÊN AKP’Ê HATIN QEBÛLKIRIN 
 
Têkildarî pêşniyarqanûnên partiyan jî ev agahî hatin parvekirin: “AKP’ê di tevahiya salê de 139 pêşniyarqanûn pêşkeş kir. Ji van 73 jê niha di komîsyonê de ne û 33 jê ji Meclisê derbas bûn û bûne qanûn. 33 jî hêj di rojevê de ne. CHP’ê hezar û 399 pêşniyarqanûn pêşkeş kir. Ji van 2 jê paşve hatin girtin. Pêşniyarqanûnên din hêj di komîsyonê de ne. DEM Partiyê jî 175 pêşniyarqanûn dan. Tevahiya van pêşniyarqanûnan hêj di komîsyonê de ne.” 
 
Partiyên siyasî heta niha hezar û 857 pêşniyarqanûn dan Meclisê û ji van ji bilî 33 pêşniyarqanûnên AKP’ê tu jê nehatin qebûlkirin. 
 
TENÊ KOMÎSYONEK HATE AVAKIRIN
 
Di bersivê de hejmara pêşnûmeyên ji bo vekirina Komîsyona Lêkolînkirinê ya Meclisê jî hate dayîn. Li gorî vê yekê 570 pêşnûme hatin dayîn. Lê tevî pirsînê jî,  li gorî rêjeya piraniyê ya partiyên siyasî bersiv nehatiye dayîn. Di bersiva Meclisê de 5 pêşnûme hatin yekkirin û li Lijneya Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin. Bi vê re Komîsyona Meclisê ya ji bo Lêkolînkirina Pirsgirêkên di Sektora Masîvanî û Berhemên Spiyatiyê û Diyarkirina Tevdîrên Divê Bên Girtin hate avakirin. 
 
Di bersivan de hat gotin ku di serdemên 27 û 28’an de tu pêşnûmeyên lêpirsînê ya Meclisê nehatine dayîn. 
 
MA / Mehmet Aslan