Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên 84 herêmên hilbijartinê dê di 13 û 14’ê çileyê de pêşhilbijartinan li dar bixe. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên herêmî ya 31’ê adarê, dîroka diyarkirina pêşhilbijartina bernamzetan eşkere kir. 
 
Di parvekirina hesaba X’ê ya partiyê de hat gotin ku ji bo 84 herêmên hilbijartinê dê pêşhibijartin bên kirin û dîroka pêşhilbijartinê jî weke 13 û 14’ê çileyê hatin diyarkirin. 
 
Di parvekirinê de ev tişt hatin gotin: “Partiya me dê di 13 û 14’ê çileyê de ji bo 84 herêmên hilbijartinê, bernamzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike. Di van navendan de dê nêzî 100 hezar kes biçin ser sindoqan û endamên partiya me diyar bikin. Di vê çarçoveyê de lîsteyên delegeyan yên ku ji hêla bajar û navçeyan ve hatine diyarkirin, hatin daliqandin. Heya 11’ê çile roja pêncşemê, îtîrazên ji bo van delegeyan dê ji komîsyonên me yên bajar û navçeyan ên hilbijartinê re karibin werin kirin.”