‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê KNK’ê Dr. Şêrko Mihemed Qadir bertek nîşanî bêhelwestiya PDK û YNK’ê ya li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê da û wiha bal kişand ser Mûsil û Kerkûkê: “Ji bo parastina destkeftiyên kurdan, hewcehî bi yekitiya neteweyî û stratejiyeke hevpar heye.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Baregehên leşkerî yên dewleta tirk bi hinceta PKK’ê li Herêma Federe ya Kurdistanê ava kirin gihiştine asta dagirkeriyê. Li gorî daneyên Yekîneyên Avakirina Civakî (Community Peacemaker Teams - CPT) ku li Iraqê xebatên xwe dimeşîne, di sala 2023’yan de 11 sivîl di êrişên dewleta tirk de hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn. 
 
Dewleta tirk di rojên ewil ên salê de jî êrişên xwe domand. Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gundên herêma Balekayetî ya Silêmaniyeyê kir. 
 
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku di serdema 4’emîn de li Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê parlamenterî kiriye Dr. Şêrko Mihemed Qadir têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê axivî. 
 
‘TIRKYE QANÛNAN BINPÊ DIKE’
 
Dr. Şêrko Mihemed Qadir diyar kir ku dewleta tirk bi SÎHA’yan dikeve qada hewayî ya Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê û êrişan pêk tîne. Qadir, wiha domand: “Hem qanûnên Iraqê hem jî yên Herêma Federe ya Kurdistanê binpê dike. Di êrişên xwe de welatiyên sivîl hedef digire. Bi vê yekê re qanûnên NY’ê binpê dike. Tevî binpêkirina serweriya xakê jî ne rayedarên Iraqê ne jî yên Herêma Federe ya Kurdistanê bertek nîşan nadin. Ne PDK ne jî YNK bertekeke zelal nîşan nadin. Li gorî îtîrafên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, ev her du partî ji bo Tirkiye êrişên xwe pek bîne karê wan hêsan dikin.” 
 
‘NE TIŞTEKÎ VEŞARÎ YE KU LI DIJÎ STATÛYA KURDAN IN’ 
 
Bi domdarî Qadir anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe bûye çavkaniya gelek pirsgirêk, neramî û bêîstîqrariya Rojhilata Navîn û wiha got: “Têkiliya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê bi tirkmen û kesên ser xeta xiyanetê didome. Piştî serdanên Fîdan ên li Hewlêrê, PDK’ê biryar da ku piştgiriyê bide partiya tirkmenan. Ev rewş li vir jî eşkere bû. Ji bo ku rêveberiya li Kerkûkê nekeve destê kurdan, piştgirî da tirkmenan. Ne tiştekî veşarî ye ku li dijî her cureyên statûyên kurdan in. Li dijî tevahiya mafên rewa yên gelê kurd in. Di esasê xwe de li dijî hebûna gelê kurd in.” 
 
‘DIVÊ CUDAHIYÊN XWE BIDIN ALIYEKÎ Û BIBIN YEK’ 
 
Têkildarî encamên hilbijartinên li Kerkûk û Mûsilê jî Qadir ev nirxandin kir: “Bi taybet jî Kerkûk û Mûsil li gorî Xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê herêmên biîxtîlaf in. Di esasê xwe de temamiya van herêman ên kurdan in. Mixabin ji ber rewşa aloz a Iraqê ev der veguherîne qadên pevçûnan. Bêguman welatên ereb xelkê ereb û Tirkiye jî piştgiriyê dide tirkmenan. Dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin. Lewma divê di serî de PDK û YNK, partiyên kurd cudahiyên xwe bidin aliyekî û lil ser bernameyeke hevpar lihev bikin. Diviyabû kurd bi lîsteyekê biketina hilbijartinê lê nebû. Ji bo parastina destkeftiyên kurdan dikarin piştî hilbijartinê jî bibin yek. Tekane rêya parastina destkeftiyên kurdan ên li van herêman ew e ku divê lihev bikin ku temamiya van herêman herêmên kurdan e.” 
 
‘HEWCEHÎ BI STRATEJIYEKE HEVPAR HEYE’ 
 
Qadir, li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser erdnîgariya Kurdistanê banga yekitiyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelê kurd, bi taybet jî hêzên siyasî, tevgera azadiyê ya kurd û partiyên kurd ên li her çar parçeyan xwedî seknek be. Divê li dijî van êrişan stratejiyeke neteweyî hebe. Ji ber ku dijmin diyar e. Tirkiye û Îran, bi taybet jî Tirkiye bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navberê êrişî Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dike. Divê em piştgiriya hev bikin. Tu partiyên siyasî yên kurd divê bi dewletên ku parçeyeke din a Kurdistanê dagir kirin re hevkariyê nekin. Divê nebin hevparên planên wan ên dagirkirina Kurdistanê. Pêdiviya me bi yekitiya neteweyî û stratejiyeke hevpar heye.”