Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li Mêrdîn û Êlihê pêşhilbijartin li dar xist û li gelek deveran hilbijartin bo tura duyemîn man. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li 10 bajar û navçeyan ji bo hilbijartina hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajar pêşhilbijartin li dar xist. Li hinek bajaran pêşhilbijartin bi dawî bû û heta saetên derengiya şevê deng hatin hilbijartin. 
 
Li Êlihê gelek delege çûn ser sindoqê. Delegeyan ji bo hilbijartina hevşaredaran dengê xwe ji bo 9 jê jin bi giştî 29 bernamzetan. Beriya hilbijartinan bernamzetan xwe dan nasîn û têkildarî projeyên xwe axivîn. Piştre jî li ser 18 sindoqan hilbijartin dest pê kir. Karê dengdayînê heta saet 19.30’an dom kir. 
 
Ji bernamzetên jin Elanûr Yilmaz 79, Ezel Aydin 209, Fatma Ablay 251, Gurbet Dogan 437, Gulistan Sonuk 815, Hava Can 185, Muayet Gok 70, Rûken Zeryam Işik Yildiz 238 û Sabahat Acar jî 78 deng stand. 
 
Ji bernamzetên mêr Mûstafa Mesût Tekîk 264, Omer Kurt 60, Seyît Bîlal Evren 36, Vahdettîn Tuzun 19, Zedan Ekmen 17, Adil Ozalp 178, Ahmet Eglentî 17, Azat Esîn 128, Celal Dogan 6, Ercan Astan 124, Faysal Gumuş 11, Ferah Solmaz 61, Ferhat Ataca 408, Hasan Sancar 32, Îsmaîl Gunul 3, Mazlum Tenha 84, Mehdî Oztuzun 691, Mehmet Bagatır 74, Mehmet Demîr 151 û Mehmet Yel jî 43 deng stand. 
 
Hem di nava namzetên jin hem jî yên zilam de rêjeya ji sedî 50+1 nehat derbaskirin lewma hilbijartin ma ji bo tura duyemîn. Di vê turê de Gulistan Sonuk û Gurbet Dogan û Mehdî Oztusun û Ferhat Ataca bikevin pêşpirkê. 
 
REWŞA MÊRDÎNÊ
 
Li Mêrdînê ji bo bajarê mezin û navçeyan hilbijartin hate kirin. Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bernamzetên zilam Ahmet Turk û Azad Yildirim û ji bernamzetên jin Gulîzar Îpek Bîlek û Devrîm Demîr ji bo tûra duyemîn man. 
 
Ji bo hevşaredarên Arrtukluyê dengdayîn nehat kirin. Ji bernamzetên zilam Mehmet Alî Amak û Seyîthan Alkan ji bo tura duyemîn man. 
 
Li Dêrikê Songul Ozbahçecî bi ser ji sedî 50’ê stand. Cengîz Temellî û Servet Demîr jî bo tûra duyemîn man. 
 
Li Şemrexê Kurdret Uçuk û Medîne Aksoy û Hamdîn Demîr û Yilmaz Şan ji bo tûra duyemîn man. 
 
Li navçeya Qoserê Zeynî Îpek û Abdulganî Ferîtogûllari û Hamdiye Bîlek Turgay û Selma Asî Ozel ji bo tûra duyemîn man. 
 
Di hilbijartinên i Nisêbînê de Ferhat Kut û Selahattîn Ay û Gulistan Duran û Gulbîn Şahîn ji bo tûra duyemîn man. 
 
Li navçeya Kerboranê jî Asya Gezer bi ser ji sedî 50’ê deng stand. Ji zilaman Îdrîs Çevîk û Azîz Akin ji bo tûra duyemîn man. 
 
Li navçeya Stewrê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu bi ser ji sedî 50’ê deng standin. 
 
Li bajar dê ji bo tûra duyemîn li van navendan deng bên dayîn: 
 
* Qoser: Eywana Dawetan a li ser rêya Kaniya Xezalan a Taxa Firatê. 
 
* Nisêbîn: Eywana Dawetan a Hilltoownê Hejmar: 1, Kolana Adarê ya Taxa Kişlayê. 
 
* Artuklu û Rişmîl: Eywana Civînan a Yay Grand Hotêlê ya li ser Rêya Amedê. 
 
* Dêrîk: Eywana Sporê ya Berdînê ya li Taxa Cevîzpinarê. 
 
* Kerboran: Parka Ozgurlukê ya li Cadeya Kismetlî ya Taxa Tepebaşiyê. 
 
* Stewr: Surgucu, Meydanbaşi, Taxa Tepeyê. 
 
* Şemrex: Kiraatxaneya Denîzê, Hejmar: 6, Kolana Sînemayê, Taxa Gundoganê. 
 
* Mehsert: Hejmar 19 (Avahiya DEM Partiyê) ya li Taxa Cumhuriyetê. 
 
* Mîdyad: Eywana Civînan a Turbdîn Otêlê, Hejmar: 17, Cadeya Manastirê, Taxa Akçakayayê.