Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin

img
AMED - DEM Partiyê pêşhilbijartina li navçeya Peyasê taloq kir. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartina li navçeya Peyas a Amedê taloq kir. Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku ji ber hinek kêmasiyên teknîkî, pêşhilbijartin taloq kirine. 
 
Şahîn, ev tişt anî ziman: “Dê dîroka pêşhilbijartinê piştî civînê bi raya giştî re were parvekirin.”