Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn

img
KONYA - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Cîhanbeyliyê bûn Eylul Yaylaci û Hasan Ateş. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên xwe yên hevşaredariyê yên navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cîhanbeyliyê dan nasîn. Endamên Meclisa Partiyê (PM), endamên meclisa jinan a bajêr, rêveberên partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes beşdarî danasînê bûn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Galîp Çelîk ê di civînê de ewilî axivî, diyar kir ku dê têkildarî pêvajoya pêş xebateke xurt bimeşînin. Endama PM’yê Zeyno Bayramoglû ya pişt re axivî jî wiha got: “Em ê di vê serdemê de li Cîhanbeyliyê şaredariyê bigirin. Em li Cîhanbeyliyê dîrokê binivîsin an serkeftin an serkeftin.” Piştî axaftina Hevserokê Bajêr ê Konyayê Mola Şîmşek danasîna namzetan hate kirin. 
 
‘EM Ê JI CÎHANBEYLIYÊ BERSIVÊ BIDIN’ 
 
Yek ji namzetan Eylul Yaylaci ya di danasînê de axivî wiha got: “Em ji kesên di rojên dawî de dibêjin partiya me namzetan dernaxîne vê dibêjin; partiya me tu caran bêalternatîf nemaye. Bila gumana kesê nebe ku em ê li Cîhanbeyliyê dîrokê binivîsin. Dema me şaredarî bi dest xist em ê ji Anatoliya Navîn peyamekê ji qeyûman re bişînin.” 
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Hasan Ateş jî ev tişt gotin: “Em her tim namzet bûn ku xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin, niha em ê pêşeroja xwe jî bi rê ve bibin. Em ê bi qezenckirina şaredariya liv ir, bersivê bidin qeyûmên tayînî şaredariyên li Kurdistanê hatine kirin. Em Cîhanbeyliyê bi Agirî û Şirnexê re hevcot dikin. Dema em hatin şaredariyê em ê zelal bin û gel tev li rêveberiyê bikin.”
 
Danasîn bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.