Malên Gel dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê

img
ENQERE - Hevserokên Malên Gel Dîlşat Aktaş û Nûrî Guney, bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê. 
 
Hevserokên Malagel Dîlşat Aktaş û Nurî Guney daxuyaniyek nivîskî weşandin û diyar kirin ku dê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê. Daxuyaniya Hevserokên Malên Gel wiha ye: “Ji bo Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di Meclîsê de winda bike, HDP bendavê derbas bike, CHP û HDP nûnertiya xwe bi hevre qezenc bikin, divê em hesas nêz bibin. 
 
DIVÊ DEMÎRTAŞ AZAD BIBE
 
Divê Demîrtaş demildest azad bibe û bê hiqûqiya heyî ji holê rabe. Me soz daye vî welatî. Em ê ji bo welat azadî, aştî û wekheviyê bînin. Dê Erdogan bin bikeve, gel qezenc bike. Em ê li dijî faşîzmê mil bi mil bixebitin. Ji bo welat mil bi mil kar bikin. Weke Malagel çi bikeve ser milê me emê bikin.”