DEM Partî çû serdana KESK’ê

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re çûn serdana rêveberiya nû ya KESK’ê û bal kişandin ser têkoşîna hevpar. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeyek pê re çûn serdana rêveberiya nû ya KESK’ê. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Hevserokên Giştî yên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz û rêveberên KESK’ê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz got ku ji ber serdanê keyfxweş bûne. Karagoz, ji bo karesata li Licik a Erzînganê xemginiya xwe anî ziman. Karagoz, got ku divê li dijî êrişên heyî bersiveke hevpar were dayîn. 
 
‘NAVENDA ESASÎ YA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ’
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha got: “Hêvîdarim ku di têkoşîna demokrasiyê de em mil bidin milên hev. Ev potansiyela we heye. Salên ewil ên KESK’ê baş tên bîra min. Çalakiyên wisa dihatin kirin ku partiyên siyasî jî di siya we de diman. Gel bêriya wan rojan dike.” 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî diyar kir ku rew bi hev re têdikoşin û bal kişand ser keda DEM Partiyê. 
 
Piştî axaftinan, şandeya DEM Partiyê û şandeya KESK’ê ji çapemeniyê re girtî civiyan.