Mistefa: Erdogan li dijî kurdan bi dijminê xwe re îtîfaqê çê dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kantona Efrînê Hevî Mistefa, têkildarî ketina leşkerên Tirkiye ya Idlibê û daxuyaniyên îktîdara AKP'ê diyar kir ku Tirkiye li ser navê "Parastina sivîlan" dikeve Idlibê û wiha got: "Lê di rastiyê de armanca Tirkiye ya sereke pêşîgirtina destkeftiyê kurdan e. Erdogan li dijî kurdan bi dijminê xwe re îtifaqê çê dike. Lê Erdogan çi bike jî dê Idlib bikeve." 

Leşkerên TSK'ê di 13'ê cotmehê de ketin Idlibê. Piştî di civîna Astanayê de biryar hat girtin ku Tirkiye, Rûsya û Îran garantoriya herêmê bikin. Li ser vê yekê biryar hat girtin ku leşkerên TSK'ê li rojavayê herêma Idlibê li 14 cihên stratejîk çavdêriyê  bikin. Li bajarê Idlibê niha 30 komên çekdar hene. Li Idlibe di nava hêzên çekdar de hêza herî xurt El Nusra ye. Beriya leşkerên TSK'ê têkeve Idlibê Serokê AKP'ê Erdogan gotibû "Divê Idlib nebe Kobana duyemîn".
 
'HELWESTA TIRKIYE YA LI DIJÎ KURDAN NE NÛ YE' 
 
Hevseroka Kantona Efrînê Hevî Mistefa, têkildarî ketina leşkerên TSK'ê ya Îdlibê û helwesta Tirkiye ya li dijî nirxên kurdan  tevlî bernameya Rojeva Heftê ya Platforma 1HaberVarê bû. Hêvî Mistafa diyar kir ku Tirkiye bi armanca parastina sivîlan dikeve Idlibê lê armanca wê ya sereke pêşîgirtina destkeftiyê kurdan e û wiha got: "Tirkiye bi armanca parastina sivîlan dikeve Idlibê lê armanca wê ya sereke pêşîgirtina destkeftiyê kurdan e. Hewildana Tirkiyê ya li dijî gelê kurd ne nû ye. Tikriye her tim dixwaze pirsgirêka Suriyê kurtir bike. Tirkiye bi hemû hewildanên xwe nahêle ku îradeya kurdî li rojeva pêş nekeve." 
 
ARMANCA KETINA IDLIBÊ
 
Mistefa da zanîn ku Tirkiye 6 sal in piştgiriya muxalefeta Suriyê dike, lê dîsa Tirkiye bi bin ket. Mistafa, armanca Tirkiye ya ketina Idlibê wiha rêz kir: "Bi navê parastina sivilê dikeve Îdlîbe lê armanc ne ev e. Ji bo îradeya gelê kurd pêş bikeve ev pêk tîne. Projeya Federaliya Bakur ku çareserî pisgirêka Suriyê bîne naxwaz pêş bikeve. Piştî li deverên wekî Reqa û Dêrazorê ku kurd serkeftinan bi dest dixe Tirkiye jî ji bo şikandina vê hêzê, berê xwe dide şahba û Efrînê. Dixwaze aloziya Suriyê kurtir bibe. Tiştê li Idlibê pêk tê dişibe El Babê." 
 
JI BO KURD BI SER NEKEVE BI DIJMIN RE DIBE DOST
 
Mistefa li ser tifaqa di navbera Rusya, Îran û Suriyê de jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Erdoganê ku her dem digot Esad xete me ya sor e. Niha bi dijminê xwe re tifaqê dike û li hevhatinê çêdike. Ew ji bo îredeya kurdî pêş nekeve dikarê bi dijminê dijminê xwe re îtîfaqê çêbike.
 
'EFRÎN DERIYÊ KURDISTANÊ YÊ DERYA SIPÎ YE' 
 
Hevseroka Kantona Efrînê Hevî Mistefa di dirêjiya axaftina xwe de li ser girîngî û stratejîya Efrînê jî rawestiya û got: “Axake biçûke lê deriyê Kurdistanê yê li ser Behra Spî ye. Efrîn ne tenê ye. Ew dibêjin em ê bikin nava amborgoyeke lê ew nizanin ku Efrîn 6 salê di nava vê amborgayê de ye. Lê Îradeya gelê Efrînê vê yekê vala derxist. Dema kurd li aliyeke bi ser dikevin ji bo şikandin û astengiya vê pêngavê erîşê Efînê dike.
 
ERDOGAN BÊ ROL MAYE
 
Mistefa, herî dawî destnîşan kir ku ketina Idlibê wekî xeleka herî dawî û mecburî nirxand û wiha bi dawî kir: “Erdogan di hemû sîyasetên xwe yê di derbarê Suriyê de vala derket û bi bin ket. Bê rol ma. Niha mecbûre ku bikeve Idlibê. Ji ber dixwaze para xwe ya biçûk peyda bike. Lê Erdogan bikeve an nekeve bajarê Idlibê di şerê Suriyê de bi bin ketiye. Êrîşa li dijî Efrînê bê kirin ne yekem êrîşe. Li dij Efrînê bi dehan caran êrîş hate kirin. Asayişa Efrînê heye, hêzên parastinên heye. Komîn bi komîn perwerdehiya parastina hate kirin. Çiyayên Efrînê heye. Tedbîrên leşkerî hatiye girtin. Hemû gel hatiye perwerde kirin, bi hemû milê de gel bi rêxistin bûye. Dem bê hemû gelê me YPG ye. Gelê me hemû li ser pîyan û amade ye. Me tecrûbeyên tekoşînê ji Kobanê girt.”