ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd bi bîr xist û got: “Ev yek nîşan dide ku dema çareseriyê hatiye, zemîna wê heye û divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî Pêşniyarqanûna Bûdçeya Navendî ya Sala 2025’an axivî ku hevdîtinên wê li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin.
Bayindir, bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û cîhanê û got dinya di nava lêgerîna “pergaleke” nû de ye. Bayindir, wiha domand: “Ji ber vê lêgerînê jî di nava aloziyê de ye. Ruhê demê hêj jî bi nediyarî û têgehên krîzên polîtîk tije ye. Bêguman cihê ku hemû krîz lê rikber jî Rojhilata Navîn e. Li vê derê ol û mezheb, çîn, hiyerarşî, îktîdar, exlaq, polîtîka, demokrasî, jin û şoreşa demokratîk weke pirsgirêk tên nirxandin. Li ser zemîna şerê sêyemîn ê cîhanê pêş dikevin û didomin.”
DIVÊ JI BO PÊŞEROJÊ HEVKARIYEK HEBE
Bi domdarî Bayindir qala Sûriyeyê û hilweşîna rejîma BAAS’ê kir û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di halê hazir de çareseriya herî rasteqîn û rast li pêşberî me ye. Ev modêla li Rojava ketiye meriyetê, hemû cîhan bi çavnebarî lê dinêrin lê tenê hûn jê re dibêjin ‘teroristan.’ Vaye hûn ewqas bi tena serê xwe ne. Bêguman nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî vê modêlê dê ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn diyarker be. Tu pirsgirêka kurdên li Rojava bi Tirkiyeyê re nîne, berevajî vê hevnaskirin dê jer du aliyan jî xurt bike. Yên rabûrdiya wan hevpar, pêşeroja wan jî hevpar e.”
‘DIVÊ DEV JI FETISANDINA WÊ BERDIN’
Bayindir, anî ziman ku AKP-MHP hewl didin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bifetisînin û wiha derbirî: “Îktîdarê ji Eyn Îsayê heta Hesekê û Kobanê, av, ceyran, gaza xwezayî û binesazî hedef girt û digire. Dev ji vê siyasetê berdin. Dagirkerî û mêtingerî nabe çareserî. Divê siyaset xwe ji kodên înkarger ên netewe dewletê rizgar bike û wisa nêzî meseleya kurd bibe. Aqilê ku di sedsala ewil de sêdar û dadgehên îstîklalê weke çareserî didît, divê ji rabûrdiyê ders bigire. Di serî de tayînkirina qeyûman, xuyaye ku dixwazin pirsgirêka kurd kûrtir bikin. Ma çareseriya vê sedsalê qeyûm, plana têkbirinê, rejîma tecrîdê, înkarkirina kurdan, polîtîkayên şerê taybet e?
ABDULLAH OCALAN ÇI DIBÊJE?
Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Cîhana nû, çareseriya pirsgirêka kurd ferz dike. Birêz Ocalan têkildarî vê encamê beriya niha gotibû; ‘Êdî roj roja wê ye ku em vê dîroka bêrehm û rûxîner bi dawî bikin û aştî, xwişk-biratî û demokrasiyeke hêjayî rabûrdiya xwe cîbicî bikin.’ Em jî dibêjin ku êdî dema çareseriyê hatiye, zemîna wê çêbûye û divê ev firsenda dîrokî baş were nirxandin.
DIVÊ GAVÊN QANÛNÎ BÊN AVÊTIN
Bendewariya gel jî gavên şênber ên ji bo aştiyê ne. Berpirsyarî dikeve ser milê Meclisê ku ne tenê gavên şênber, gavên qanûnî biavêje. Gava ewil jî ew e ku derî li pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan were vekirin. Ji bo çareseriya meseleya kurd xwedî nêrîn û pêşniyarên hêja ye. Ev, firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina li vê îradeya wî dê lez bide pêşveçûnê. Her gava ji bo aştiyê bi dilwêrekî tê avêtin dê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin.
BI ÊRIŞAN ÇARESER NABE
Nîqaşên ji 1’ê Cotmehê heta niha ji bo me girîng in lê divê destpêka çîroka wê li cihekî rast dest pê bikin. Em her gava ku di pirsgirêka kurd de çareseriyê esas digire girîng dibînin û ji bo civakîbûna wan tişta ji dest tê em ê bikin. Di serdemeke ku muxalefet û hemû dînamîkên civakî piştgiriyê didin de nabe ku li dijî Rojava şer bikî û qeyûm tayînî Mêrdînê bikî.”