DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da

img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de bi taybet jî pakêta înfazê, sererastkirinên di mijara girtiyên nexweş û bendewariya gel û partiya me ku ev sererastkirin beriya cejnê qanûnî bibin bi aşkerayî hate gotin.” 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, li Meclisê ya bi rayedarên AKP’ê re hevdîtin kirin. 
 
Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala, Serokwekîlên Koma AKP’ê, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin du saet û nîvan domiya. 
 
DEM Partiyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Di hevdîtinê de di mijara geşedanên li Tirkiye û herêmê nirxandinên berfireh hatin kirin. Di hevdîtinê de geşedanên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi birêz Abdullah Ocalan re, biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê û geşedanên piştre qewimîn hatin nirxandin. Ji bo pêvajo bitendurist bidome gavên divê bên avêtin û rola ku dê Meclis li xwe bigire jî hatin nirxandin. Her wiha têkildarî komîsyona ku dê were avakirin nirxandin hatin kirin. Di hevdîtinê de bi taybet jî pakêta înfazê, sererastkirinên di mijara girtiyên nexweş û bendewariya gel û partiya me ku ev sererastkirin beriya cejnê qanûnî bibin bi aşkerayî hate gotin. Serdanên me yên bi partiyên siyasî re ji bo vê gave bi dawî bûn. Dê agahî û nirxandinên berfireh di demên pêş de bên kirin.”