Arslan: Dest ji polîtîkayên dijberî û sorkirina gelan berdin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan bal kiyand ser politîkayên AKP'ê yên ku têkiliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji derve qut kirine û wiha got: "Hesasiyeta gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan diyar e. Divê hikûmet dest ji polîtîkayên ku gelan li hev sor dike û aloziyê pêş dixe berde." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 18 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin, tu agahî jê nayê girtin. Piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an parêzer li gel hemû serlêdanan nikarin biçim Îmraliyê. Heyet ji 5'ê Nîsana 2015'An denikarin biçim hevditin bikin. Malbat ji 11'ê îlona 2016'an nikarin biçim Îmraliyê û ne malbat, ne parêzer û ne jî heyet bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin. Piştî agahiyên hatin belavkirin fikarên malbat, parêzer, heyet û hemû gelê kurd zêde kir. 
 
Têkildarî agahiyên der barê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan helwesta hikûmetê û dewletê rexne kir û xwest demek berî demekê dest ji van polîtîkayan berdin û heyetê bişînin Îmraliyê. Arslan, anî ziman ku hikûmet demek dirêje bi polîtikayên alozî, rageşi û tundiyê Tirkiye bi rêve dibe û wiha got: "Ev polîtîkayên rageşîyê dê rê li pêşiya înfalên mezin vekin. Hasasiyeta kurdan a ji bo Ocalan li ber çavan e. Divê tu carî li ser Birêz Ocalan bi hasasiyeta gelê kurd nelîzin. Polîtîkaya tecrîd û îzolasyona li ser Birêz Ocalan fikarên gelê kurd zêde dike." 
 
JI 1999'AN HETA NIHA TECRÎD DIDOME'
 
Arslan, anî ziman ku ji sala 1999'an heta niha tecrîda li ser Ocalan berdewam dike û wiha got: "Ji ber tu agahî ji Brêz Ocalan nayê girtin fikarên gel ên der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan de zêde dibin. Nûçeyên di medya civakî de tên belav kirin ji hikûmetê ne serbixwe ne. Îktîdar dixwaze ji bo xwe bingehekî ava bike. Di serdema hewldana 15'ê Tîrmehê de jî hewldana li Îmraliyê êrîşan pêk bînin çê bû." 
 
‘DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ ZAGONÊN XWE TEV BIGERE'
 
Arslan, Wezirê Dadê jî hişyar kir û xwest demek berî demekê fikarên gelê kurd bibersivîne û li gorî zagonên xwe tev bigere û heyetê bişîne Îmraliyê. "Em bawer dikin ku bi Birêz Ocalan re hevditin pêk bê dê tansiyon dakeve. Fikar derbas bibin. Mafê her girtî çiye, mafê Birêz Ocalan jî heman tişt e. Ji bo girtiyên din çi maf tê naskirin bila ji bo Ocalan jî heman maf bê naskirin. Bila parêzer û malbat karibin rûtin biçin û bên. Em bang li îktîdarê dikin ku li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî tev bigerin. Em bawer dikin ku hevdîtin bi Ocalan re çê bibe dê pirsgirêk çareser bibe. Em dixwazin hikûmet dest ji alozî, rageşî û lîstikên tarî berdin." 
 
‘EV POLÎTÎKAYÊN ALOZIYÊ DÊ HIKÛMETÊ TUNE BIKIN'
 
Arslan, destnişan kir ku cemawerî dixwaze der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan de bibe xwedî agahî û wiha got: "Hasasiyeta gel a ji bo Birêz Ocalan diyar e. Ji ber vê yekê gel di nava çalakiyan de ye. Divê hikîmet ji alozî û rageşiyên ku gelan bîne hemberî hev û gelan li hev sero bike dûr bikeve. Divê hikûmeta AKP’ê dest ji dijminantiya Kurdan berde. Divê dest ji polîtîkayên qirêj ên li ser Ocalan dimeşîne berdin. Ev polîtîkayên qirêj ên li ser Ocalan tên meşandin dê AKP'ê tune bike. Ocalan rêberê gel e. Tiştaku AKP bike divê demek berî demekê dest ji van polîtîkayên qirêj berde."