Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye

img

COLEMÊRG – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Colemêrgê axivî û got: “Şêniyên li Mexmûrê dijîn ji ber zilma li vê derê reviyan çûn. Tecrîdkirina Birêz Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pê re li Colemêrgê bi gel re hatin gel hev. Heyeta HDP’ê li Qada Çîftlîk a 25 kîlomîtro dûrî Colemêrgê ji aliyê Colemêrgiyan ve hat pêşwazîkirin. Buldan û heyeta pê re li navenda bajêr heta avahiya partiya xwe meşiyan. Bi hezaran kes bi Buldan re meşiyan. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di meşê de cih girtin û dirûşmên di lehê HDP’ê de berz kirin.
 
‘YÊN VÎNA WE NAS NAKIN BILA NEYÊN JI WE DENG NEXWAZIN’ 
 
Buldan li ber avahiya partiya xwe xîtabî gel kir û wiha got: “Îro we li vir bi pêşwazîkirinek bi coş me pêşwazî kir û we me serbilind kir. A rast we starta hilbijartinê da. Demek dirêj e gelê Colemêrgê ji bo azadiya gelê kurd bedelên giran dide. Tu demê li dijî zilmê serê xwe netewandiye û we her dem vê yekê da nişandan. Ev gel şidet, zilm û îşkenceyê baş dizane. We tu demê dev ji rêgezên xwe berneda û her tim hûn ji bo parastina ziman û çanda xwe têkoşiyan. Di demek wiha ku vîna gelê Colemêrgê girtine bila tu kes neyê ji gelê Colemêrgê dengan nexwaze.
 
YÊN JI ZILMA WE REVIYANE HATIN BOMBEKIRIN 
 
Nûnera vîna we hevrêya me Leyla Guven 38 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Çalakiya Guven tayînkirina aştî, edalet û siberoja gelên Tirkiyeyê ye. Daxwaza Guven daxwaza bi milyonan e. Îro yên Mexmûr û Şengalê bombe dikin bila viya baş dizanibin; Kampa Mexmûrê kampek girêdayî Netewên Yekbûyî ye. Divê Neteweyên Yekbûyî destûrê nede êrîşan. Ew der cihê ku welatiyên ji Colemêrg û Şirnexê ji ber zilma dewletê reviyan e û lê kom bûne ye. Ew der kampa mirovên ku ji cînayetên kiryar nediyar reviyane ye. Ev gel ji zilma we reviya û çûye li wir bicih bûye. Ancak li wir carek din mirovên sivîl bûn hedefa dewleta Tirk. Em ê bi şev û roj li dijî polîtîkaya zilma we bixebitin û li ber xwe bidin. Wek her demê gelê Colemêrgê dê bi sekna vîna xwe dîrokê binivîsîne. Em ê di 31’ê Adarê de ji berpirsên kesê vîna me girtine, komkujiyên Roboskî, Pirsûs û Enqereyê pêk anîne hesab bixwazin. Divê em bi vê hişmendiyê bixebitin û xwedî li vîna xwe derkevin.” 
 
Buldan piştî axaftinê li bajêr ziyaretên xwe domand.