`Tirkiye bi van polîlîtikayan dê winda bike`

img
STENBOL – Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz anî ziman ku sedema ku Tirkiye li Deriyê Sînor ê Xabûrê leşkeran bi cih dike ew e ku bes ji bo destûrê nede destketinên kurda û wiha got: “Tirkiye  polîtîkaya dijberî kurdan ji kirasê polîtîkaya hundurîn derxist.” 
 
Piştî ku refrandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Federe ket rojevê, Tirkiye li Deriyê Sînor ê Xabûrê Leşker bi cih kirin û dest bi tatbîqatan kir. Seroka Giştî ya EMEP`ê Selma Gurkan, Parlementerê HDP`ê yê berê Hasip Kaplan û Berdevkê  Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz vê nêzîkatiya Tirkiyeyê û nêzîkatiyên nîjadperest ku di demên dawî de li Tirkiyeyê xwe didin der nirxandin.
 
TAHMAZ: DÊ TRIKIYE DERIYÊ SÎNOR NEGIRE 
 
Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz, anî ziman ku sedema ku Tirkiye li Deriyê Sînor ê Xabûrê leşkeran bi cih dike ew e ku rê li ber destketinên kurda bigire û wiha got: “Ji bo destketinên kurdan, sazîbûyîna wan, geşedanên wan mayînde nebin vê yekê dike. Tirkiye polîtîkaya dijberî kurdan ji kirasê polîtîkaya hundurîn derxist, veguherand polîtîkaya herêmiyî.” Tahmaz dest nîşan kir ku Tirkiye tenê dikare ji Herêma Kurdistana Federe re Deriyê Sînor ê Xabûrê bigire, lê belê dê ev yek dirêj najo û wiha domand: “Tiştên ku îro Tirkiye bike sînordar in, yanî dikare Xabûrê bigere, lê tenê dikare ji bo çend rojan bigire. Me mînaka vê li Rûsyayê dît. An jî dikare di warê leşkerî de tev bigere yan, bi ya min nikare. Divê di ser kurdan de dev ji dîzaynkirina vî tiştî berde. Çimkî gelek problemên Tirkiyeyê hene. Nikare eniyeke nû vebike, heke veke dê winda bike. Jixwe li Rojhilata Navîn tim winda kiriye, winda dike. Ji ber vê yekê dê vegotina nîjadperest, nefretî, dijberî kurdan jiyana hundurîn a Tirkiyeyê jehrî bike. Jixwe di vê serdemê de aşkere ye ku li holê polîtîkayeke ku bi rê ve bibe tune ye.” 
 
 
GURKAN: AKP LI BORIYÊN ŞERÎ DIXE 
 
Seroka Giştî ya EMEP`ê Selma Gurkan diyar kir ku Tirkiye referandûma li Herêma Kurdistana Federe wek hincet nîşan dide û bi vê yekê ji nû ve li boriyên şerî dixe û ev tişt gotin: “Hikûmeta AKP`ê ji bo pêşeroja xwe ya siyasî mîsoger bike  di civakê de pevçûnên navxweyî derdixîne. Wek unsûrekî şer xwe dixe nav vilçoqoya li Rojhilata Navîn. Ev yek me ber bi felaketê ve dibe. Li hemberî van polîtîjayên çewsîner, şerî û şidetê divê hêzên muxalif li dor daxwazên hevpar platformeke têkoşînê çê bikin û bên gel hev.” 
 
KAPLAN: ÎKTÎDAR KOR BÛYE 
 
Parlementerê HDP`ê yê berê Hasîp Kaplan jî diyar kir ku dema mirov li polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Herêma Kurdistana Federe dinihêre wek aqlê dewlet û îktîdarê pêrgî hebûna du aqilan tê û wiha axivî: “Niha her du jî dema mijar tê ser gelê kurd dibêjin `xeta me ya sor heye` û li Rojhilata Navîn tim winda kir. Madem hezar sal e hûn bi hev re ne, tu dibêjî dostê min ê stratejîk heye, ma tu yê bi gelê kurd ku li Rojhilata Navîn gelheya wê 40 milyon e şer bikî yan tu yê di warê aborî, çandî û siyasî de têkiliyên dostane deynî? Pirsgirêk di vir de ye. Lê dewleta niha kor bûye. Îktîdar kor bûye. Em nêzîkatiyek înkariyî, mezhebiyî, nîjadperestî dibînin. Ev talûke ye. Li hemberî vê yekê hişyarkirin jî peywira me ye.”