Kartal, Başakşehir û Kagithaneyê çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' dewir girt

img

STENBOL - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Piştî rêxistinên navçeyên Ataşehir, Beyoglu, Esenyurt dawî li çalakiyê anîn, rêxistinên navçeyên Kagithane, Başakşehîr û Kartalê grev dewir girtin. Parêzerên Ocalan tev li çalakiyan bûn û diyar kirin ku felsefeya Ocalan tê tecrîd kirin. 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Platforma Rêxistinên Demokratîk ên Stenbolê de hatiye destpêkirin bi dorveger berdewam dike. Rêxistinên navçeyên Ataşehir, Beyoglu, Esenyurt, çalakiyên xwe dewrî rêxistinên navçeyên Kartal, Kagithane û Başakşehirê kirin. Li navçeyên ku çalakiyên grevê bi dawî bû civînên gel dest pê kir. 
 
ESENYURT
 
MODELA ÇARESERIYÊ ROJAVA YE 
 
Rêxistina HDP'êya Esenyurtê li avahiya HDP'ê piştî çalakiya grevê civîna gel pêk anî. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê û parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Çiçek tev li civînê bû. Civîna ku gelek endam û rêveber tev lê bûn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civîne de Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek, diyar kir ku di şexsê Rojhilata Navîn de 3’emîn şerê cîhanê hatiye destpêkirin û wiha got: "Gelek welat nizanin dê çawa dawî li vî şerî bînin. Di vê pêvajoyê de Rojava modelek danî holê. Li dijî modela netew dewlet, modela neteweya demokratîk anî. Netew dewlet jahra ku gelan bi hev dide kuştin. Panzehira vê yekê jî modela Rojava ye. Mîmarê modela Rojava Birêz Ocalan e. Di vê pêvajoya destkeftiyên kurdan zêde dibe îktîdar dibêje 'Rêbrê we di destê me de ye. Dibêjin ger hûn lîstika me xera bikin em dê Rêberê we bikujin. Ji Yilmaz Guney heta Rifat Ilgaz gelek kes li Îmraliyê hatin girtin. Tu zindî li vir zêdeyî 2 salan nikare bijî. Lê birêz Ocalan ne 2 sal, 18 salin li vir dijî. Birêz Ocalan got 'Ez bi xwezayî jî li vir bimirim. bizanibin ku li vir qatilê min dewlet e. " 
Pişî axaftina Çîçek, welatiyên tev li civînê bûn bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
ATAŞEHîR
 
Rêxistina HDP'ê ya Ataşehirê jî piştî çalakiya grevê bi dawî kir  civîna gel pêk anî. Rêxistina HDP'ê ya Beykoz, Umraniye, Uskudar û Kadikoyê jî piştgirî dan çalakiyê. Li salona ku çalakî pêk hat pankarta "Ji bo jiyanekê azad û hevpar ji Ocalan re Azadî" hat vekirin. Welatiyen tev li çalakiyê bûn berdilkên li ser wêneyên Abdullah Ocalan heye û "Ewlehiya te ewlehiya me ye" nivîsandibûn li xwe kirin. 
Di çalakiya ku herî zêde dayik tesibûn grevê, bi kurdî û tirkî stran hatin strîn. Nûnerên rêxistinên civakî yên li navçeyên Kadikoy, Maltepe, Ataşehir û rêveberên cemxaneyê tev li çalakiyê bûn. Parêzerê Ocalan Îbrahim Bîlmez, bal kişand ser pêvajoya  tecrîda li Îmraliyê. 
 
Piştî Bilmez çalakger Muhsine Yildiz, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan netenê li ser gelê kurd, li ser hemû gelê cihanê tê meşandin û wiha got: "Heta Serok azad nebe ne aştî û ne jî azadî dê vî welatî. Pişti axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) stran gotin. Çalakî bi tilîlî û dirûşmeyan ji bo Azadiya Ocalan bi dawî bû. 
 
BEYOGLU
 
'DIVÊ PERGALA ÎMRALIYÊ PERÇE BIBE'
 
 
Rêxistina HDP'ê ya Beyoglu jî bi civînekê çalakiya greva birçibûnê bi dawi kir û dewrî navçeyên din kir. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay û gelek kesên din amade bûn. Parêzera Ocalan Ebrû Gunay, diyar kir ku ev tecrîd tenê li Îmraliyê li ser Ocalan û 3 girtiyên din nayê meşandin û di Şexsê Ocalan de li ser hemû gelan tê meşandin. Gunay, anî ziman ku bi dixwazin bi awayekî sistematîk li ser gelê kurd tecrîdê bimeşînin. Pergala tecrîda Îmraliyê îro liser hemû gelê kurd tê meşandin. Ji 15'ê Sibata 1999’an heta niha bê navber tecrîd tê meşandin. Tenê bi ziyareta meya parêzeran a bi Ocalan ango bi ziyareta malbata Ocalan a bi birêz Ocalan re tecrîd bi dawî nabe. Divê berî her tiştî ew pergala Îmraliyê perçebibe. Tecrid hemû welat pêl bi pêl dixe ber xwe û her kesi bêdeng dike. Divê hemû gelên li Tirkiye li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. "
 
Piştî daxuyaniyan Rêxistinên li navçeyên Kartal, Başakşehir û Kagithane  çalakiya nobeta grevê dewir girtin.