Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê

img

ENQERE - Serokwezîr Binalî Yildirim, sibê diçe DYA'yê. Di rojeva ziyareta Yildirim de darizandina Reza Zarrab ku yekem car dê di 27'e Mijdarê de derkeve pêşerî dadgehê heye. Yildirim armanc dike ku mudaxaleyî darizandina Reza Zarrab bike. 

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim sibê (7 Mijdar) diçe DYA'yê. Balkêş e beriya ku Karsazê Îranî yê welatiyê Tirkiye ye Reza Zerrab ê li bajarê New Yorkê girtî ye û Cîgirê Midûrê Banka Halkbank Mehmet Hakan Atilla ku di 27'ê Mijdarê de derkevin pêşberî dadgehê Yildirim diçe DYA'yê ziyaret dike. Serdozgerê Herêma Başûrê New Yorkê der barê Karsaz Zarrab û Atilla de doz vekiribû. Dozger der barê Wezîrê Aboriyê yê berê Zafer Çaglayan, Midûrê Giştî yê Halk Bankeê yê berê Suleyman Aslan, Cîgirê Midûrê Giştî Levent Balkan û Abdullah Happani de ji bo her kesekî 95 salan cezayê girtîgehê dixwaze. 
 
GER ZARRAB  BI AXIVE
 
Tê gotin ku Karsaz Zarrab têkildarî dosyayê de gelek agahiyên fireh dane û hin derdor wekî “îtirafkar" pênase dikin. Tê gotin ku ger Zarrab van agahiyan li hemberî heyeta dadgehê ji dubare bike dê kêlê pîneyên îktîdara AKP’ê vebin. Hin derdor diyar dikin ku Zarrab bûye îtîrafkar û dê agahiyên di tûrikê xwe de parve bike. Demek berê Rojnameya New York Times diyar kir ku di dosyaya Zarrab de îdîayên nû hatine barkirin  û ji bo parastinê parêzeran dem xwestine. Li gel vê yekê heta niha tu belge pêşkêşî dadgehê nehatiye kirin. Tê gotin ku dibe parêzeran bi dozger re peyman çêkiribin û li hev kiribin. Berê Wezîrê berê Zafer Çaglayan jî li dozyaya Karsaz Zarrab hatibu zêdekirin û der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Piştî ve yekê tirsek ket nava îktîdara AKP'ê. Tê zanîn ku dibe naveroka dosyayê bêfirehkirin. Beriya ku doz bê dîtin Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim sibe diçe DYA'yê. 
 
BAZARA MUDAXALEYÎ DOSYAYA ZARRAB BIKIN TÊ KIRIN
 
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên DYA'yê hatin, tê zanîn ku çeperên dosyaya Zarrab gelek berfireh e û hatiye asta ku operasyona 17-25'ê Kanûnê têxe nava çeperê xwe. Li gorî agahiyên ku bi awayekî ne fermî ji hin rayedarên DYA'yê hatin belavkirin tê gotin ku lêpirsîna dosyayê Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan jî dixe nava çeperên xwe. Beriya ku ev doza AKP'ê ji nêzîk ve eleqeder dike dest pê bike çûna Serokwezîr Binali Yıldırım balê dikişîne ser xwe. Lê dema Yildirim  diçe DYA'yê Serokê DYA'ê Donald Trump dê li Asyayê be. Yildirim, dê bi Cîgirê Serokê DYA'yê Mike Pence re hevdîtin bike. Li gorî çavkaniyên ewle tê diyar kirin ku Yildirim dê têkildarî darizandin û dosyaya Zarrab hevdîtinan pêk bîne. Niviskar Mehmet Barlas, diyar kir ku ziyareta bi Pence re têr nake û tenê kesê karibe mudaxaleyî dosyaya Zarrab bike Serokê DYA'yê Trump  e. 
 
'GELO GOTINÊN BANNON ÎŞARETA 27'E MIJDARÊ DIKE?' 
 
Nivîskar Serdar Turgut, der barê geşedanên li DYA'yê pêş dikeve demek dirêj e Îktîdarê hişyar dike. Turgut, di nivîsa xwe ya îro de jî diyar kir ku Trump Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê berê Steve Bannon ji geşedanan berpirsiyar digire û wiha got: "Bannon, ji ber doza di 27'ê Mijdarê pêk bê AKP û Tirkiye ji Îranê talûketir dibîne. Serokomar Erdogan jî di gelek axaftinên xwe yên berê de xwestibû ku heyeta li dosyaya Zarrab dinere bê guhertin. Erdogan hem di ziyareta Trum de û hem di ziyareta gelek rayedarên DYA'yê de ev daxwaza xwe parve kiribû. 
 
MA / Kenan Kirkaya