Arslan: Kurd wê bersîvê bidin zilmkaran

img
MÛŞ  - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di mîtînga li navçeya Gimgimê ya Mûşê de bertek nîşanî revandina cenazeyê Zehra Saglam da û wiha got: "Dixwazin Kurd ji zilma li wan tê zilmekê hilbijêrin. Lê gelê me wê di 31'ê Adarê de bersîva herî rast bidin wan." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Mehmet Arslan, Hevberdevka Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Galistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Mensur Işık, Şevin Çoşkun, Musa Farisogulları, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê mîtîng pêk anîn. Karwana HDP'ê ji ber şevê din cenazeyê Zehra Saglam a li gundê Xinzorê di bin dorpêça eskeran de defin kirin bê deng derbas bû. Karwan piştî bêdeng derbasî qada mîtîngê bû, Namzetên Hevşaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin  û heyeta HDP'ê bi dirûşmeyên “Şehît Namırin”, “Bijî berxwedana zîndanan” hatin pêşwazîkirin. 
 
'GELÊ GIMGIMÊ WÊ LI VÎNA XWE XWEDÎ DERKEVIN' 
 
Namzeta Hevşaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan, gel silav kir û wiha got: "Polîtîkayên înkar, pişeftin û tunekirinê ku ji destpêka Komara Tirkiye dest pê kiriye bi qeyûman berdewam dike. Gelê Gimgimê dê dawî li van polîtikayên qeyûm bîne. Gelê Gimgimê wê li vîna xwe xwedî derkevin. Wê bi ruhê Newrozê bersîva herî baş bide."
 
Namzetê Hevşaredariya Gimgimê Mahmut Yalçin jî gel selav kir û wiha got: "Hevşaredara Gimgimê yê qeyûm tayinî şûna wê kirine Sabite Ekincî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê name şandiye. Silav şandine. " 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî di mîtîngê de axivî û wiha got: "Dixwazin Kurd ji zilma li wan tê zilmekê hilbijêrin. Lê gelê me wê di 31'ê Adarê de bersîva herî rast bidin wan. Cenazeyê Zehra Saglam bi zorê defin kirin. Em ji malbata Saglam û Gelê Gimgime re sersaxî dixwazin. Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk a Kurd bigirin li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdê dimeşînin. Îro gelê Kurd li her derê li dijî tecrîdê têdikoşe. Tayînkirina qeyûman darbeya li diji demokrasiyê ye. Wê rojekê li ser vê axê aştiyek pêk bê. Divê destûr bidin ku gel cenazeyên xwe defin bikin. Gelê kurd dê bersîvê bidin zilmê. Wê di 31'ê Adarê de dawî li vê zilmê bînin."  
 
'ÎTÎFAQA AKP-MHP'Ê NIJADPAREST Û FAŞÎZT E'
 
Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul jî anî ziman ku îktîdara AKP'ê 17 salin li gel zilmê dike û wiha got: "Îktîdara AKP'ê 17 salin tenê zilm, krîza aborî daye gel. Gelê Tirkiye dê di 31'ê Adarê de bersîvê bide feraseta ziml û zordariyê. Îktîdara AKP-MHP'ê faşîzt û nijadperest e. Ji bo em vê îtîfaqê hilweşînin û qeyûm têk bibin divê em bêtir têbikoşin." 
 
AKP XWE KER Û KOR KIRIYE 
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî helwesta AKP'ê şermezar kir û wiha got: “Ji bo mirov nemirin em bang dikin. Lê AKP ya li hemberî me xwe ker û kor kiriye. Ev hikûmet xwedî berpirsiyarek e. Divê daxwazên hesaran girtiyan li ber çavan bigirin. Em tenê qala tecrîdê nakin. Li Gimgimê tecrîd hneye. duh kesek din li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ji bo em biçin girtîgehê destûr nedan. Cihê vê yekê di hiqûqê de tune ye. Carekê digotin Kurd tune. Lê niha dibêjin welatiyên bi kurdî di axivin. Em jiyana wekhev û azad dixwazin. HDP bi qasî partiya elewîyan e, ew qas jî partiya ereb û suniyan e. Bi şev û roj êrîşî HDP'ê dikin û wekî ateist nîşan didin. Lê ew çi bikin bila bikin em nayên lîstikan. Em dê di 31ê Adarê de bersîvê bidin wan. Em carek din bang li hikûmetê dikin û dibêjin mirinê rawestine. An ev mirin wê bibin mirina we. Li cihê mirin lê hebe hêrs zêde ye." 
 
Girse piştî mîtîngê ji bo biçin sersaxiya malbata Zehra Saglam ber bi gundê Xîzorê ve ketin rê.