Demîrtaş bang kir: Li her derê em hêza xwe bidin nîşandan

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku girtî ne bang li hilbijêrên HDP'ê kir û got: "Ya ku encama vê hilbijartinê diyar bike dengê we ye. Dengên stratejîk wê hêza me nîşan bide. Biçin dengdayînê.”
 
Hevserokê berê yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, li ser Twitterê ji bo hilbijartinên xwecihî ya li bajarên herêmê û Tirkiyeyê bang kir.
 
'JI BO STRATEJIYA HILBIJARTINÊ YA HDP'Ê BANGA PIŞTGIRIYÊ DIKIM'
 
Banga Demîrtaş wiha ye:
 
"Silav ji her kesî re. Zanim ku di dema hilbijartinê de car carna hûn gelekî hêrs bûn, we îsyan kirin. Hûn mafdar in. Lê belê rewşa heyî ji vê jî wêdetir e. Roja Yekşemê wê sindoq werin danîn. Dema ku hûn çûn ser sindoqê ji kerema xwe re nîqaşên siyasî yên rojane bi xwe re nebin. Wan li dû xwe bihêlin. Ya bihurî bi temamî bêqîmet nîne. Tişta ku bi serê me ve hat, tişta ku me dît divê em ti carî ji bîr nekin. Lê belê paşeroj girîngtir e. Ji bo paşerojeke baştir, bang li hilbijêrên me hemûyan dikim ku destekê bidin stratejiya hilbijartinê ya partiya me HDP'ê.
 
YÊN KU ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN HÛN IN, BIÇIN DENGDAYÎNÊ 
 
Yên ku encama vê hilbijartinê diyar bikin hûn in. Hêz û bandora me ya diyarkirinê ne tenê li bajarên ku em ê ji qeyûman bistînin, divê em li her deverê nîşan bidin ku di vî warî de firsendeke dîrokî ketiye destê me. Li bajarên ku me namzet nîşan nedane, dengên me yên stratejîk wê hêza me nîşan bide. Li deverên ku partiya me HDP'ê namzet nîşan nedaye, eger hûn deng bidin namzetê ku partiya me destnîşan dike hem hûnê encama hilbijartinê ya devera hûn lê ne, hem jî ya giştî diyar bikin. Bi taybetî yên ku wê yekemcar deng bidin ez bang li hevalên ciwan hemûyan dikim. Qet nebêjin, 'dengê min tiştekî naguherîne'. Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ez bi we piştrast im.
 
Welatiyên hêja; dibe ku êvara hilbijartinê ez ne bi we re bim, lê li Edîrneyê li hucreyê ez ê bi we re li ekranê binerim. Hêvîrdar im wê deng û encama hilbijartinê ya ku me hemûyan kêfxweş bike li wê ekranê xuya bike. We hemûyan bi hezkirinê silav dikim."