Sakik: Serkeftin tune qexp heye

img
MÛŞ - Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik, diyar kir ku 2 hesar û 500 dengê hatiye bikaranîn, hatiye betalkirin û wiha got: “2500 dengê çûye sindoqê hatiye betalkirin. Deng heye, lê hêj em bi ser neketine. Ji ber ku xezp heye. 
 
Namzetê HDP’ê yê Şaredariya Mûşê Sirri Sakik, der barê nelirêtiya jimartina dengan a hilbijartinê li ser hesabê Twitterê daxuyani da. Sakik wiha got: "Li Mûşê gelek tiştên qerîb çêdibin. Li gel ku li bajarên bi milyonan hilbijêrên wan heye jimartina dengan qediya ye jî, li Mûşê hêj encam diyar nebûye. Bi hêjmarek mezin de deng hatiye betalkirin. Encam hêj teqez nebûye û em li benda encamê ne. Em hemû hevalên xwe li ber sindoqan di nobetê de ne. 2500 deng hatiye betalkirin. Hêj serketin pêk nehatiye. Ji ber ku deng hatine xespkirin. Bila gelê me zanibe li gel hemû ablukayan emê li dijî nelirêtiyê derkevin û nelirêtiyê ronî bikin. Ji sedî 94 sindoq vebûne. AKP bi 15 hezar û 071 dengan ji sedî 33.23, HDP jî bi 14 hezar û 427 dengan ji sedî 31.81 stendiye." 
 
Navenda Giştî ya HDP'ê jî li ser hesabê Twitterê got: “Îktîdar li Mûşê di pêşiya hile û lîstikan de ye. Li gel manipülasyonan disa AKP bi bin ket. Li Mûşê bi saetan dane nayên parvekirin. Em sindoqan terk nakin. Em ê encaman îtiraz bikin. Em destur nedin listikan.