Wê pêşî deyn û nelirêtiyên qeyûman bi gel re parve bikin

img

ÊLIH - Hevşaredarên nû yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, diyar kirin ku wexta ew mazbataya xwe bigirin ewilî wê deynên şaredariyê û nelirêtiyên hatine kirin bi raya giştî re parve bikin. 

Li gorî encamên nefermî HDP li Êlihê bi 66.3 ji sedî Şaredariya Êlihê bi dest xist. Di hilbijartina 2014'an de BDP li Êlihê ji 55.89 ji sedî deng girtibûn. Di vê hilbijartinê de HDP'ê 11 puan zêde kirin. Hevşaredarên nû yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, encamên hilbijartinê û tiştên wê ji niha û pê ve bikin nirxandin. 
 
SERKETINA JINAN 
 
Hevşaredar Songul Korkmaz, bilêv kir ku gelê Êlihê careke din xwedî li vîna xwe derketiye û bi rêjeyeke reqorî şaredarî bi dest xistiye. Korkmaz, destnîşan kir ku nexasim ev serketin herî zêde ya jinê ye. Korkmaz, diyar kir ku jinan careke din modela hevserokatiyê aniye Êlihê û got: "Li şaredariyên me pergala hevserokatiyê heye. her wiha di endamên meclîsa şaredariyê û meclîsên giştî yên bajêr de jî kotaya me ya jinê heye. Li Êlihê 2 jin bûn endamên emclîsa giştî ya bajêr û 14 jin jî bûn endamê Meclîsa Şaredariya Êlihê." 
 
Korkmaz, destnîşan kir ku di serdema nû de tiştên ew ê bikin gelek in û got: "Hilbijartin bi dawî bû. Lê karê me hîn nû dest pê dike. Pêşî em ê talana li şaredariyê hatiye kirin lêkolîn bikin û paşê em ê projeyên xwe pêk bînin. Wê yek ji karê me yê ewil jî vekirina saziyên jinan be ku hatibûn girtin." 
 
'DI WESFA REFERANDÛMÊ DE BÛ' 
 
Hevşaredar Mehmet Demîr jî, diyar kir ku hem li Êlihê hem jî li bajarên din hilbijartin di bin dorpêça polîsan de pêk hat û got: "Lê dîsa jî gel çû ser sindoqan û 11 pûan zêde kir û em li Êlihê bi ser ketin." Demîr, anî ziman ku hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê di wesfê referandûmê de bû.
 
Demîr, destnîşan kir ku partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekin wê biherifin û got: "Demekê AKP bi dengên kurda bû îktîdar, lê yê wan ji îktîdarê bixe dîsa kurd in. Axaftina şaneşînê ya Erdogan, bi hêleke xwe ve jî mikurhatin bû. mikurhatina 'me peyam girt' bû." Demîr, diyar kir ku wê îktîdara AKP'ê berjêr bibe. 
 
Demîr, diyar kir ku qeyûm 130 milyon deyn xistiye stuyê şaredariyê û wê karê wan ê ewil ew be ku pêşî deynên şaredariyê û nelirêtiyên hatine kirin bi raya giştî re parve bikin. Demîr, got: "Em dibihîsin û dibînin ku ji xeynî çar dîwarên şaredariyê tiştek nemaye. Em ê van pêkanînan yeko yeko ji gel re vebêjin. Paşê em ê li gor derfetan demildest dest bavêjin pirsgirêkan û dor bi dor projeyên me soz dane pêk bînin." 
 
MA / Metin Yoksu