Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Dive AKP bi Kurdan re nekeve înadê

img

AMED – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, der barê encamên hilbijartina 31'ê Adarêde axivî û wiha got: "Divê AKP peyama ku gel daye baş û rast bixwîne û li gorî wê gavan bavêje. Ger ku di polîtikayên xwe yên berê de israr bike wê tune bibe. Divê bi lez tecrîdkirina Ocalan bi dawî bike. Divê bêtir bi civaka Kurdan re nekeve înadê."  

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, têkildarî encama hilbijartina 31'ê Adarê û polîtîkayên AKP'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Arslan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê bi zext û hîleyan pêvajoya hilbijartinê meşand û wiha got: "Tevi hemû polîtîkayên zext, tundî û hîleyan, AKP bi ser neket. Hêza şer têk çû. Di vê hilbijartinê de hat dîtin ku polîtîkayên tundî, zext û şer êdî li ser civakê nikare hukum bike. Hilbijêran di vê hilbijartinê de carek din nîşan da ku li dijî polîtîkayên tundî û şer in. Nîşan dan ku ji daxwaz û vîna xwe gavan paşve navêjin. Mînaka herî girîng jî li Kurdistanê xuya bû. Li Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalya ku ji navendên herî girîng ên aborî, turîzm, sanayî û nifûsê yên Tirkiye nin gel ji pey AKP'ê vegeriya. Ev bajar berê di destê AKP'ê de bûn. Lê AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên şer ev der winda kirin. Ji ber ku AKP û Erdogan bi gel re ket înadê ev der winda kirin." 
 
'DUH QEYÛM ÎRO HÎLE' 
 
Arslan, li ser bajarên ku hikûmetê qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kiribû jî rawestiya û wiha got: "HDP'ê di vê hilbijartinê de piraniya bajarên ku qeyûm tayîn kiribû paşve stendin. Ev serkeftinek girîng e. Li Agirî, Bedlisû Şirnexê jî bi hîleyan ji destê HDP'ê girtin. AKP li herêmê tevî qeymeqam, walî, esker û polîsan xebitîn. AKP'ê hemû hêza dewletê da pişt xwe û xebitî. AKP'ê bi tirs, gef û tundiyê xwest gelê Kurd têxe bin zextê. Bi taybetî li herêma Botanê beriya hilbijartinê hêjmarek pir mezin polîs û esker li wir hatin qeydkirin.  Hêjmara esker û polîsên hatin qeydkirin rêjeya nifûsê guhert. Mînak li Elkê nifûsa navçeyê 5 hezar e Lê 5 hezar û 500 hilbijêr heye. Ev nîşan dide ku ji derve pir esker û polîs wekî hilbijêr qeyd kirine. Li Qelebanê nifûs pir kêm e. Lê ji derve 2 -3 hezar hilbijêr anîn. Li Navenda Şirnexê jî 12 hezar hilbijêr ji derve anîn. Rêjeya AKP'ê ya dengan li Şirnex û herêmê 42 hezar e. Dengê HDPê yê li Şirnexê jî 168 hezar in. Ev hemû lîstikên AKP'ê yen li ser şaredariyê nîşan dide. AKP'ê di sala 2016'an de bi Qeyûman vîna gel xesp kir, niha jî bi hîle û tundiyê vîga gel xezp dike."  
 
Arslan, anî ziman ku cihê ku lê encam negirtine wê yek bi yek li ber çavan bigirin û binirxînin û wiha lê zêde kir: "Cihê ku me lê encam negirtiye em ê rexnedana xwe bidin gel. Em mecbûr in li gorî pêdivî û daxwazên gel polîtîka û xizmetê pêş bixin. Em ê vêpêvajoyê wekî pêvajoya rexnedayînê bigirin dest. Li Kurdistanê di şertên asayî de hilbijartin pêk nehat. Ji destpêka hilbijartinê heta dawî hemû xebatên partiya me hatin astengkirin. 
 
Arslan, bal kişand ser xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd û xwest êdî perçe perçe polîtayê nemeşînin û bêtir li ser esasê yekîtiyê polîtîkayan pêş bixin. Arslan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û wiha pêde çû: "Gelê Kurd tu carî tecrîd qebûl nekiriye. Li dijî tecrîdê çalakiyên grevê didomin. Gelê Kurd di vê hilbijartinê de peyamên girîng dane partiya wan û îktîdarê. Gelê Kurt ne tenê ji bo şaredariyan deng dan me. XWest em li ser hasasiyetên civakê jî rawestin. Bi taybeti divê em tecrîda li dijî Birêz Ocalan bêtir li cîhanê belav bikin û bala cîhanê bikişînin ser tecrîdê. Ger ku partiya me di wexta xwe de tecrîd kiribûya rojev wê niha tecrîd ne di vê astê de bûya. " 
Aslan, destnîşan kir AKP hêj li pey lîstik û hîleyan e ku şaredariyan li dijî qanûn û usulê bi dest bixin û ketine pey listikan. Aslan, anî ziman ku Abdullah Ocalan hem ji bo gelê Kurd û Tirk û hem jî ji bo gelê herêm û Cîhanê rastiyek e û xwest ji bo çareseriya li Rojhilata Navîn tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Ger ku Tirkiye dixwaze siyasetê normal bike divê berî her tiştî tecrîdê bi dawî bike. Divê dawî li tecrîdê bîne û zimanê rageşiyê terk bike. Divê  îktîdara AKP'ê dest ji înada li dijî Kurdan berde. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy