Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin

img

ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de AKP têk çû û wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de jî têk biçe û wiha got: “Ji bo qadek berfireh bide dengê xwe bide Ekrem Îmamoglu  emê xebatê bimeşînin."

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiye (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş, der barê geşedanên dawî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Baş bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de daxwazên herî hiqûqî, rewa, mafdar û zagonî ne. Divê ev daxwazên rast, bên dîtin û pêşwazîkirin. Me bi dehan caran ev yek ji îktîdarê re got. Lê mixabin îktîdarê ev deng dereng bihîst. Ez bawer dikim ku êdî hemû cemaweriya Tirkiye vê daxwazê dibînin û mafdar dibînin. Hemu gelê Tirkiye dixwaze li gorî qanûnên bingehîn û hiqûqê gav bên avêtin. Îktîdarê piştî ev helwesta gel dît fam kir ku nikare wisa berdewam bike. Lê mixabin niha li şûna gavan bavêje taktîkên mijûlkirinê pêş dixe. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim." 
 
DIVÊ DAXWAZAN BI LEZ PÊK BÎNIN
 
Baş, ji Wezîrê Dadê xwest ku bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin û gavên çarseriyê bavêjin. Wezîr jî got 'êdî astengî nemane' Wê demê em dipirsin hûn çima gavan navêjin? Ma hûn li bendê ne ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin? Divê demek berî demekê ev tecrîd bi dawî bibe. Niha bi hezaran mirov li sînorê mirinê ye. Divê em vê yekê nekin mijara siyasî û malzemeyên hilbijartinê. Ev ne tiştekî mirovî ye û pir şaş e."
 
EM Ê JI BO ÎMAMOGLU XEBATÊ BIMEŞÎNIN
 
Baş, anî ziman ku di hilbijartina 31'ê adarê de AKP têk çû û wiha got: "Biryara YSK'ê ya der barê nûkirina hilbijartina Stenbolê de ne hiqûqî ye. AKP'ê di 31'ê Adarê de winda kir. Wê dîsa winda bike. Em wekî TÎP'ê dê di 23'ê hezîranê de li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê ne. Em dê di 23'ê Hezîrane de li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê rawestin. Ji bo qadên berfireh dengê xwe bidin Ekrem Îmamoglu emê xebatê bineşînin. Emê hemû kesên li dijî AKP'ê hêzên muxalif bi rêxistin bikin. Emê xebatek fireh a hilbijartinê ku ku hemû kesên şoreşger, sosyalist, karker, kedkar, jin, ciwan û beşên cuda dixe nava xwe bimeşînin. AKP wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de carek din têk biçe. Bi hemû hêza xwe lîst. Lê dîsa gel sîleyek mezin lê xist. Di hilbijartina hezîranê de jî wê encam neyê guhertin. 
 
MA / Diren Yurtsever