Dr. Kameran Mentik: Divê em li dijî êrîşan xwedî helwestek neteweyî bin

img
HEWLÊR - Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanista Siyasetê Dr. Kameran Mentik, têkildarî êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku li gel bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bêdengiyek navnetewî jî heye. Mantik da zanîn ku ev yek nîşana li ser herêmê komployek navnetewî heye ye û wiha got: "Medya û rewşenbîrên Kurdan jî bê helwestin. Ev bêdengî cihê şermezariyê ye. Pêwîste li ser asta netewî em xwedî helwestbin."
 
Çend rojin Tirkiye bi rêya bejahî hewil dide têkeve axa Herêma Federe a Kurdistanê û li vir bi cih bibe. Bi balafirên şer gundên binarê Qendîlê bombebaran dike. Di encama van êrîşan de ziyanên mezin bi gundiyan û xwezaya Kurdistanê dikevin. Li hemberî van êrîş û dagirkeriyan hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdengin. Têkildarî van êrîş û vê bêdengiya li beramberî van êrîşan heyî Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê Dr. Kameran Mentik ji Rojnews'ê re axivî. Dr. Kameran Mentik, diyar kir ku netenê hikûmeta Herêma Kurdistan li beramberî van dagirkeriyan bêdeng maye, diheman demê de civaka navnetewî jî bêdengiya xwe diparêze û wiha got; "Ne neteweyên Yekgirtî, ne Amerîka nejî Îran li beramberî van dagirkeriyan dengê xwe dernaxin, ev yek jî nîşana wê yekê ye ku li ser vê herêmê komployek navnetewî heye. Ew peywendiyên Iraqê yên li gel Tirkiye heyî jî wekî karekî stratejîk bikartîne. Lê ew dijminê Kurdanin, nabe em jî wekî wana li beramberî dagirkirina xaka xwe û kuştina zarokên xwe bêdeng bimînin. Em dibînin medya Kurdî û rewşenbîrên Kurdan bêdengin û bê helwestin. Em dibînin desthilatdariya heyî jî bêdenge, ev bêdengiya heyî cihê metirsiyê ye û cihê şermezariyê ye. Pêwîste li ser asta netewî em xwedî helwestbin."
 
'DYA PIŞTGIRIYA KURDAN NAKE' 
 
Mentik helwesta DYA jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Li gora min li Suriye jî Amerîka piştgiriya Kurdan nake. Ew hêzan ji bo  berjewendiyên xwe bikartîne. Alîkariya ku Amerîka niha dike jî ji bo şerê heyî bide berdewam kirine û çekên giran jî nade. Amerîka hevsengiyê dinava hêzan de ava dike, wek YPG, YPJ li aliyek, Tirkiye û Îran jî li aliyek dine ev jî ji bo parastina berjewendiyên xwe ye. Ji bo pêşîlêgirtina Tirkiye, daketina gel a qadan û hêrsa xwe anîna ziman gelek giringe. Ev bi salane Tirkiye sinor derbaz dike, lê vê carê ne mîna carên dine. Vê carê metirsiyek mezin heye, ji berku vêcarê  li gel Îran û Herêma Kurdistanê jî li hevhatinek heye ku derî ji van êrîşan re vekiriye. Ji bona wê divê li aliyek xebatên ji bo çêkirina zextan bê meşandin, li aliyê dinjî gerîla şerê xwe berdewam bike. Wekî şerê sala 2007'an yê zapê waneyek bide dewleta Tirkiye û jêre bêje ku hûn bi şer nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê îla bi dîyalogê were çareser kirin."
 
Dr. Kameran Mentik, herî dawî destnîşan kir ku peyamên Erdogan ji faşîzmek etnîkî ya Tirkayetî re nûnertiyê dike û wiha pêde çû; "Di sedsalên borî de kesê nekariye wekî Erdogan li ser bingehê etnîkî, olî û netewperestî kar bike û wana bihevûdûve bide girêdan."