Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Xeta sêyemîn îtîfaqa dîrokî ya bindestan e

img

STENBOL – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay derbarê rojevê de daxuyanî da û got: “Xeta rêya me ya 3’yemîn îtîfaqa dîrokî ya bindestan e. Xeta me ji hêzên serdest serbixwettir îfade dike.” 

 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Gunay Kubîlay li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê derbarê mijarên di rojevê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay binçavkirina 8 kesên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin binçavkirin şermezar kir û ev ji operasyonê wêdetir e û navê wê wek hilweşandinê pênase kir. Kubîlay got wisa tê fêmkirin ku îktîdar û rêveberên xwe tola 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê ji ji gelê kurd û HDP’ê hildide. 
 
‘XETA SÊYEMÎN ÎTÎFAQA DÎROKÎ YA BINDESTAN E’ 
 
Kubîlay bal kişand ser xeta rêya 3’yemîn a ku wek partiya wan tê zanîn û îtîfaqa demokrasiyê û got: “Tirkiye welatek kapîtalîst e. Xwedî ferasetek serdest û yekperest e. Xeta rêya 3’yemîn a HDP’ê ji bilî bloka serdestan îtîfaqa dîrokî ya hemû bindestan e. Ev îtîfaqa me ji meşa hêzên serdest serbixwettir îfade dike. Xeta rêya me dawî li teşeyên bindestiyên tîne û îdeala jiyanek nû qebûl dike. Hemû geşedanên konjonkturel û rojane û gavên taktîk di prizma hedefa vê stratejiye de bi şikandinê tê diyarkirin. Mînak stratejiya HDP’ê ya hilbijartinan polîtîkayên hilbijartinê araste kiriye. Polîtîkayek hilbijartina ked, aştî û demokrasiyê xistiye dewrê. Ji ber vê yekê xeta rêya 3’yemîn a partiya me hemû planan şikandiye. Hemû kesên rastî her zext û neheqî tê û bindestiyê dikişîne pêkhateyên me ne. HDP partiyek ku tîne ba hev e. HDP wê tu carî nebe alîgirê bloka serdestan. HDP partiyek ku nêrîna wê ji hemû partiyan cudatire ye. HDP di nava yekîtiya nêrînek hevpar de ye.” 
 
‘SERKEFTINA HILBIJARTINÊ PEYAMA PÊVAJOYEK NÛ DAYE’ 
 
Kubîlay da zanîn ku encam ango serkeftina hilbijartina Stenbolê peyama pêvajoyek nû daye û ji bo Tirkiye di warê demokrasiyê de bi lezgînî li pêş bikeve nîşanî her kesî daye. Kubîlay bal kişand ser operasyonên eskerî yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û got: “Êrîşên tên kirin gellek ji ewlehiya sînor wêdettir in. Arman ne ewlehiya sînor e. Armanc dagirkirina herêmê ye.” 
 
Kubîlay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew her kesî vedixwînin ku di îtîfaqa demokrasiyê de cih bigirin.