Temellî hevşaredarên rastî lêdana polîsan hatin ziyaret kir

img

AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, hevşaredarên Navçeya Giyadînê yên rastî lêdana polîsan hat ziyaret kir û got "Ev êrîş li dijî vîna gel pêk hatiye. Divê her kes vê êrîşê şermezar bike." 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, hevşaredarên Giyadînê yên rastî lêdana polîsan hat ziyaret kir. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan û Dilan Dirayet Taşdemîr, endamên meclîsa HDP'ê jî li gel Temellî hevşaredar ziyaret kir. Hevşaredarên Giyadînê Betul Yaşar û Evren Demîr û endamên meclîsa şaredariyê Hevserokên HDP'ê û heyet pêşwazî kir. 
 
Temellî, anî ziman ku ew vê êrîşê şermezar dikin û qebûl nakin û wiha got: "Ev êrîş li dijî vîna gel pêk hatiye. Divê tu kes vê êrîşê qebûl neke. Ji bo ev êrîş dubare nebe em li vir in. Ev êrîş tenê li dijî vîna gelê Giyadinê pêk nehatiye. Li dijî vina gelê Enqere, Agiriyê û hemu gelê Tirkiye pêk hatiye. "