Temellî: Gava yekemîn a rêya sêyemîn makeqanûna demokratîk e

img

AMED – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku xeta rêya sêyemîn a ku ew diparezin wê bêtir gelên Tirkiye di bin sîwanekê de kom bike û îtîraza li dijî siyaseta Tirkiye ye. Temellî, anî ziman ku gava yekem a xeta sêyemîn makeqanûna demokartîk e. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, geşedanên siyasî, xeta sêyemîn û girtina deriyê Îmraliyê ya piştî hilbijartinê ja Ajansa Mezopotamya re nirxand. Temellî, ewil bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîd didome. 20 salin tecrîd heye û tu carî bi dawî nebûye. Lê di 4 salên dawî de li Tirkiye tecridek giran hebû.  Me bawer kir ku pêwiste ev tecrîd bê şikandin. Piştî Brêz Leyla Guven dest bi grevê kir û bi hezaran girtî ketin grevê, 200 roj şûnde derî li Îmraliyê vebû. Parêzeran bi Brêz Ocalan re hevdîtin kirin. Hevditin û peyamên Ocalan ji bo siyaseta Tirkiye giring e. Li Tirkiye pirsgirêka herî krîtîk çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Muxatabê aştî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn Brêz Ocalan e." 
 
'DIVÊ ÊDÎ TIRKIYE JI SIYASETA TECRÎDÊ XWE RIZGAR BIKE'
 
Temellî, bal kişand ser helwesta îktîdarê ya berî hilbijartinê û piştî hilbijartinê û wiha axivî: "Hilbijartin bi dawî bû. Em dibînin ku hişmendiya berê piştî 23'ê Hezîranê dîsa ket meriyetê. Li şûna aştî û siyaseta çareseriyê, siyaseta alozî, şer û tundiyê pêş dixin. Tecrîdê giran dikin. Em carek din bang dikin. Ewil tecrîdê rakin. Ne tenê tecrîda mutlaq, divê her kes karibe bi Ocalan re hevdîtin bike. Bila diyalog û muzakere bên kirin. Bila muzakereyên demokratik bên destpêkirin. Bila mirov rexne û pêşniyarên xwe bînin ziman. Bila nameyan binivîsin. Pir girîng e ku kanalên diyalogê bên vekirin. Divê êdî Tirkiye ji siyaseta tecrîdê xwe rizgar bike."
 
HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TU PIRSGIRÊKÊN DIN ÇARESER NABIN
 
Temellî, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jî rawestiya û destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din jî çareser nabin û wiha lê zêde kir: "Heta pirsgirêka Kurd neyê çereserkirin çareserî pêş nakeve. Pêtir pirsgirêkên din jî kûr dibin. Ji çareseriyê dûr dikevin. Parastina politîkayên şer berdewam dikin. Niha wêneyê siyaseta li Tirkiye wisa ye. Ev kes vê yekê dibîne. Tecrîd ne tenê li Grava Îmraliyê ye. Li ser hemû siyaseta Tirkiye hecrîd heye. Li ser hemû civaka Tirkiye tecrid heye. Niha her kes qala siyaseta demokratik û makeqanûna Demokratîk dike. Îktîdar jî dibêje 'Pêwiste pergal rehabilite bibe'. Meseleya me ya demokrasiyê heye. Dema em meseleya demokrasiyê dînin ser masê em dibîninku li holê meseleya Kurd heye. Ji ber vê yekê heta meseleya Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên din jî nayên çareserkirin. Ji bo vê yekê jî çareserî muzakereyên demokratîk in. Navnîşana çareseriya vê meseleyê Îmralî ye. Muxatab diyar e. "
 
'TU POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ YÊN ÇARESERIYÊ TUNE'
 
Temellî, destnîşan kir ku dema li polîtikayên hikûmetê dinerin, dibînin ku tu polîtîkayên hikûmetê yên derve û yên aboriyê tune û wiha pêde çû: "Hikûmet polîtîkayên rojane pêş dixe. Tu polîtîka û stratejiyên hikûmetê ya çareseriyê tune ye. Li aliyekî tecrîdê kûr dikin, li aliyê din şer pêş dixin. Ev xizaniyê pêş dixe. Siyasetê dixetimîne. Ji ber vê yekê ji divê li şûna polîtikayên şer, polîtîkayên aştiyê pêş bixin. Divê lihevhatina civakî pêş bixin. Li şûna hikûmet di polîtîkayên hikûmeta serokomariyê de israr dikin, divê rê li pêş siyaseta demokratîk veke. Divê Makeqanûna demokratîk ava bikin. Tecrîdê bi dawî bikin. 
 
'XETA SÊYEMÎN ÎTÎRAZA LI DIJÎ SIYASETA HEYÎ YE' 
 
Temellî, bal kişand ser xeta sêyemîn jî û wiha berdewam kir: "Xeta Sêyemîn îtîraza siyaseta heyî ya Tirkiye ye. Îtîraza li dijî du eniyan e. Îtîraza li dijî îtîfaqa Cumhur û Millet e. Îtîraza li dijî berberî û enîbûna civakê û Tirkiye ye. Îtîraza li dijî şer, kuştin, tundî û zextan e. Îtîraza li dijî hişmendiya otoriter a Tirkiye ye. Îtîraza li dijî vesayeta dewletê ye û xeta çareseriya demokratîk e. Gava yekem a xeta sêyemîn makeqanûna demokartîk e. Parastina mafên jin, zarok, kedkar, bawerî û hemû gelan e. Me têkildarî vê yekê metnê siyaseta demokratik û metnê stratejiya Makeqanûna Demokratîk ava kiriye. Em bang li hemû rêxistinên civakî, demokratîk û sivîl dikin ku tevli niqaşên makeqanûna demokratîk bibin. Ji bo me nerîna her kesî bi qîmet e." 
 
Temellî, bal kişand ser xebatên HDP'ê yên rêxistinbûnê û wiha pêde çû: "Me konferans li 7 herêman li dar xist. Niha jî emê di 3-4'ê Tebaxê de konferansa mezin a rêxistinbûnê li dar bixin. Em ê biryarên gelek girîng bistînin. Em ê van biryaran di kongreya sala pêş me de niqaş bikin. Stratejî û fikra HDK û HDP’ê girîng e. Dema em li polîtîkayên AKP'ê yên 17 salan dinerin em dibînin ku 17 salin polîtikayên Neoliberal ferz dike. Şer ferz dike. "
 
Temellî, plana têkçûnê ya 24'ê hezîranê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Divê berî her tiştî hem li hundir û hem jî li derve bi kurdan re li hev bên. Çi Rojava dibe, çi Herêma Kurd a Federe dibe û çi Efrîn dibe. Divê dewleta Tirkiye ewil bi Kurdan re li hev bê. Divê AKP bi lez guh bide banga Birêz Ocalan. 
 
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç