Tanrikulu yê CHP’î hevşaredarên li Wanê yên ji peywirê hatin girtin ziyare kirin

img

WAN - Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu yê hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê yên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin ziyaret kir, diyar kir ku bi pergal û feraseta heyî re, derî li rêyek têkoşînê ya nû hatiye vekirin û got: “Ji bo ku hemû welatiyên me li Tirkiyeyê bi awayekê wekhev, azad û dinava edaletê bijîn, em ê vî derî heya dawiyê vekin.”

 
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, bi armanca piştevahiyê Hevşaredarên HDP’î yên Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe yên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, ziyaret kirin. Serdan li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr pêk hat. Di nava şandeya CHP’ê de Serokê CHP’ê yê Wan ê Mehmet Kûrûkçû hebû. Hevşaredar Ertan û Avci, parlementerên HDP’ê Mûazzez Orhan, Mûrat Serisaç, Mensûr Işik, Şevîn Coşkun, Habîb Eksîk û Hevserokên Bajêr Yadîşen Karabulak û Umît Dede beşdarî hevdîtinê bûn.  
 
ERTAN: GER PIŞTEVANÎ NEYÊ MEZIN KIRIN, EV BÊHIQUQÎ WÊ DEWAM BIKE
 
Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan, ji bo serdana Tanrikulu û şandeya pê re spasiyên xwe pêşkêş kir û wiha  axivî: “Hikumeta APK’ê bi polîtîkayên bi rêve dibe, her roja diçe rewabûna xwe tune  dike. Hikumeta AKP’ê ya ku nikare bi rêve bibe, êrîşî me dike. Em ê têkoşîna xwe ya qanunî û demokratik li her qadê bi rêve bibin. Emê xwedî vîna gel derkevin. Armanca me mezinkirina piştevaniyê û demokratîk kirina Tirkiyeyê. Ger em îro piştevaniyê mezin nekin, wê ev bêhiqûqî berdewam bikin. Divê em bi hevre piştevaniyê mezin bikin.” 
 
TANRIKULU: RÊYA SIYAS KIRINÊ MUHALEFET Û KURTDAN DIGIRIN
 
Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î jî, anî ziman ku hikumetê xwe xistiye şûna dadgehan û wiha got: “Bi vê bêhiqûqiyê hevşaredara ji peywira wan girtin. Bêyî ku biryara dadgehê hebe, bi KHK’an mirov ji peywira wan girtin. Bi vê rêya dizî û talanê vedikin. Ferqa di navbera me de eve. Di nava feraseta wan a demokrasiyê û feraseta me ya demokrasiyê de ferqek mezin heye. Berî 17 salan rêya demokrasiyê li wî vebe, rêya siyasete jê re vebû. Her roj, li her derê, behsa terorê dike. Bi vê dixwaze têgînan ava bike. Ji ber vê xwedî derketina demokrasiyê ne tenê erka HDP’iyane. Me jî her roj weke dijmîn îlan dike. Hîna duh, Wezîrê Karê Hûndir gef li Serokê ÎBB’ê xwar. Ji ber ku piştevanî da Amedê. Emê bi vê pergal û ferasetê re têbikoşin û têkoşîna xwe dewam bikin. Bawer bikin ku rê vebûye. Emê vî derî bi hevre vekin. Ji bo ku hemû welatiyên me li Tirkiyeyê bi awayekê wekhev, azad û dinava edaletê bijîn, em ê vî derî heya dawiyê vekin. Ez çardin spasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Emê vî zemînî bi hevre bi hêz bikin.”