HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike

img
ENQERE – HDP bi boneya dîroka kongreya xwe ya mezin aşkere bike dest bi civînan kir. Piştî civîna îro ya Meclîsa Partiyê dê endamên MYK’ê jî bicivin û dîroka kongreyê zelal bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 3’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar bixe û dîroka kongreyê zelal bike dest bi civînan kir. HDP dê piştî nîqaşên civîna îro der barê kongreyê de dê hin zelaliyan derbixe holê.  Di serê hefteyê de bi beşdariya hemû wekîlên HDP’ê civînek girtî ya koma xwe pêk anî. Îro jî dê endamên Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê têkildarî biryara kongreye li Navenda Gitşî y HDP’ê kom bûn. Li bendê ye civîn heta êvarê bidome û hat zanîn ku mijara wan sereke têkidlarî xebat û dîroka kongreya giştî ye. 
 
Piştî civîna MP’ê dê endamên MYK’ê kom bibin û ji bo dîroka kongreye biryara xwe ya zelal bidin.