Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'

  • ciwan
  • 09:26 4 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Înan Yildirim ku cezayê "voltayê" yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn, bi "voltaya azadiyê" protesto kir û got: "Heya tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyên me bidomin." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F'ya Îmraliyê bênavber tê tecrîdkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi salan bi hincetên wekî "rewşa hewayê" an jî "keştî xirabe ye" hatin astengkirin. Piştî hewldana eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî bi hinceta "Nexşerê"yê ya ya wekî pêveka parastinê ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hatibû şandin û hin cezayên dîsîplînê hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn astengkirin. Herî dawî jî derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta ku di dema sporê de "volta avêtiye" 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li ocalan hatiye birîn. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li gelek bajaran li dijî vê yek çalakiya "voltavatinê" da destpêkirin. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Înan Yildirim, têkildarî tecrîdê û çalakiyên wan ên li dijî tecrîdê de axivî. 
 
MAFÊN SEREKE
 
Yildirim, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê nêzî 23 sal in bi hincetên cur bi cur didome û ji bo vê jî balkişand ser hinceta dawî ya "volatavêtinê". Yildirim, destnîşan kir ku ev tê wateya ku "li ser çavên te birû hen" û cezayê navbirî wekî tiştekî "trajîkomîk" wesifand. Yildirim, destnîşan kir ku teqez divê mafên sereke yên her girtiyî esas bên girtin û got: "Li Îmraliyê 23 sal in ji xeynî hin îstisnayan, mafên sereke yên Birêz Ocalan tune tên hesibandin." 
 
‘EM QEBÛL NAKIN'
 
Yildirim, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan û cezayên li Ocalan tên birîn, li ser hemû gelan tên pêkanîn û li hemû gelan tên birîn û li tevahiya girtîgehan belav bûne. Yildirim got: "Bi taybetî ev tecrîd li hemberî gelê kurd tê kirin. Êrişek e li hemberî nirx û destkeftiyên gelê kurd. Îqtidar bi vê polîtîkayê dixwaze peyamekê bide gel: 'Tu nikarî li hemberî seltanata min gavekê jî bavêjî. Tu nikarî derî pîvanên min tevbigerî.' Îqtidra dixwaze ji xwe re civakeke kole baifirîne. Em jî bi xebatên xwe û têkoşîna xwe nîşanî îqtidarê didin ku em vê tecrîdê qebûl nakin û li dijî êrişan têdikoşin." 
 
VOLTAYA AZADIYÖ
 
Yildirim diyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî tecrîdê û cezayan didomin û got: "Em li gelek bajar û navçeyan û taxan tên cem hev du û 'voltayên azadiyê' davêjin. Em di dema voltavaêtinê de vê yekê bi çepikan şermezar dikin. Me navê 'voltaya azadiyê' li voltayê kir. Ji lew re azadî nêzîk e û em her gava xwe ber bi azadiyê ve davêjin." 
 
HEYA TECRÎD BI DAWÎ BIBE...
 
Yildirim, bilêv kir ku armanca wan bêhiqûqîtiya li hemberî Ocalan teşhîr bikin û bikin rojev û got: "Çawa ku tenê Birêz Ocalan nayê tecrîdkirin û ev tecrîd li tevahiya civakê belav bûye, ev pirsgirêk jî pirsgirêka tevahiya civakê ye. Armanca me jî, em vê mijarê bikin rojeva civakê. Em ê xebatên xwe yên heyî dewlemendtir bikin. Dê çalakiyên me bidomin. Heya tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyên me bidomin. Her kes dikare vê tecrîdê daxilî nav rojeva xwe bike, ji bo vê bixebite yan jî daxilî nav me bibe."