'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir

  • ciwan
  • 10:14 9 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameya 'Dengê Ciwanan' ku ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê ve hate destpêkirin, li ser platformên medya dîjîtal dest bi weşanê kir.

Bernameya Dengê Ciwanan bi dirûşma 'Li pêşiya ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide tu hêz nikare bisekine" ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê ve hate destpêkirin. Bernameyê îro dest bi weşanê kir. Tevgerên Ciwanan, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev tişt got, "Berxwedêr îro li her devera cîhanê têdikoşin. Madem têkoşîn heye, madem berxwedêr bêdeng namînin, wê demê pêwîstî bi qadeke nû heye ku vî dengê berxwedêran bilind bike."
 
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn wê Bernameya Dengê Ciwanan, hewl bide têkoşîna ciwanên kurd, ciwanên şoreşger, antî faşîs û enternasyonal bigihîne tevahiya cîhanê. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Dengê Ciwanan dengê herkesî ye, dengê me hemûyan e. Tu jî tevlî tevnê bibe, têkoşînê bilind bike."
 
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêya van lînkan kesên bixwazin dikarin bibin aboneyê bernameyê: