Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye

  • ciwan
  • 16:16 10 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Meclîsa Ciwanên Şirnexê ya HDP’ê, diyar kirin ku hedef girtina endamê wan Mehmet Mîraç Dînç a ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve, xeleka dawî ya konsepta li dijî kurdan xistine dewrê ye.
 
Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Şirnexê têkildarî endamê xwe Mehmet Mîraç Dînç ê di 7’ê Kanûnê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû binçavkirin û ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hedef hatibû nîşan dan, li pêş avahiya HDP’a Silopiyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. 
 
‘XELEKA DAWÎ YA KONSEPTÊ YE’
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Şirnexê Delîl Urek, diyar kir ku ciwanên ku polîtîkayên desthilatê teşhîr dikin bi zanebûn tên hedefgirtin û wiha got: “Desthilata ku Plana Çokdanînê xistibû meriyetê û ciwanan dike hedef tu encam negirtin. Bi polîtîkayên taybet dixwazin tiryak û fihûşê li nav ciwanan belav bikin û civakeke bêexlak ava bikin. Ji ber Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ev polîtîkayên şer ên taybet vala derxistin, desthilat û wezîrên wê bi hêzên dewletê hewl didin ciwan netêbikoşin. Ya rast hedefgirtin û binçavkirina endamê Meclîsa me ya Ciwanan Mehmet Mîraç Dînç ê li Silopiyayê, bûye xeleka konseptên li hemberî kurdan a herî dawî.”
 
‘BI FERMANA SOYLÛ HAT BINÇAVKIRIN’
 
Urek, diyar kir ku endamê wan Dînç, bi fermana Soylû hatiye binçavkirin û wiha berdewam kir: “Endamê Meclîsa me Mehmet Mîraç Dînç, di çarçoveya bûyereke ku tevlî nebûyî de di 7’ê Kanûnê de dema diçû mala xwe li navenda sûkê hatiye binçavkirin. Suleyman Soylû yê bi polîsên di bin kontrola xwe de ciwanan hedef digire, bi fermanekê endamê me Mehmet Mîraç Dînç daye binçavkirin û li Meclîsê weke amûra şer bikaranî ne. Ev bêbextiyên Soylû ku me ciwanan dike hedef, ji aliyê Waliyê Şirnexê ku di bin fermana wî de ye ve hat derewandin. Soylû bi êrişê têkoşîna rêxistinî ya ciwanên Botanê hedef girtiye.”
 
‘DEMA CIWANAN E’
 
Urek, li dijî êrişan hemû ciwan vexwendin rêxistinkirinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî polîtîkayên taybet, êriş û zordariya hikumetê di Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin. Niha dema ciwanan e.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.