Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin

  • ciwan
  • 09:08 2 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gonul Taşkin, diyar kir ku ciwantiyeke ji dîroka xwe qutbûyî dê nikaribe rola pêşengtiyê bilîze û got: "Em ê tiryakê ji holê rakin." 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di Îlona 2021'ê de li Amedê kampanyaya "Em tiryakê ji holê rakin, jiyana nû ava bikin" dabû destpêkirin. Xebatên meclîsê yên di vê çaçroveyê de didomin. Ciwan di çaçroveya kampanyayê de mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax digerin û serdana malbatan dikin.
 
MECLÎSA CIWANAN LI HER DERÎ YE
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gonul Taşkin, diyar kir ku xebatên wan bênavber didomin. Taşkin, anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de tûrnûvayên fûtbolê û şano li dar xistine û got: "Car hebû jî em mal bi mal, kuçe bi kuçe geriyan û me xwe gihand hevalan. Xebatên me yên afîşan û broşuran çêbûn. Divê em mal bi mal bigirin û malbatan serwext bikin. Gava malbat bi tiştekî wiha re rû bi rû dimînin nizanin dê çi bikin. Em ji bo malbatan û ciwanan di warê tiryakê de serwext bikin em kuçe bi kuçe digerin û dixebitin." 
 
'CIWAN PÊŞENGÊN GEL IN'
 
Taşkin, bilêv kir ku tiryak polîtîkayeke şerê taybet e û pergal ciwanan dike pêgirtiyê tiryakê û bi vî awayî wan pûç dike. Taşkin got: "Em pêgirtîbûnê tenê bi tiryakê sînordar nakin. Hêleke wê ya fuhûşê jî heye. Dixwazin ciwanan daxilî nav jiyaneke dejenere bikin. Ciwan pêşengên gel in. Dixwazin wan pûç bikin û wan ji rastiya wan dûr bixin. Me tevî hevalên xwe yên ciwan xwest em li dijî van polîtîkayên qirêj ferasetekê derxînin holê. Me xwe gihand gelek hevalan. Em hê jî xwe digihînin wan. Ji lew re polîtîkaya şerê taybet herî zêde li hemberî ciwan e. Encamine ku qet mirov texmîn nake dertên holê." 
 
Taşkin, destnîşan kir ku li navçeyên wekî Kagithane û Gazîosmanpaşayê pêgirtîbûn zêde ye û li van navçeyan tiryak bi zanebûnî tê belavkirin. Taşkin, anî ziman ku herî zêde ciwanên kurd hedef tên girtin û got: "Halbûkî ji her kesî bêtir berpirsiyareke mezin dikeve ser milê ciwanên kurd. Ciwantiyeke ji dîroka xwe û rastiya xwe qutbûyî dê nikaribe rola xwe ya pêşengtiyê bilîze."
 
'EM Ê TIRYAKÊ JI HOLÊ RAKIN'
 
 Taşkin, diyar kir ku di çaçroveya kampanyaya "Em tiryakê bişikînin jiyaneke nû ava bikin" de heya niha xwe gihandine gelek ciwanan û di vê kampanyayê de ferasetek derketiye holê û ciwan piştgiriya wan dikin. Taşkin, bilêv kir ku ciwan ji bo xwe bigihînin ciwanên bûne pêgirtiyên tiryakê tevî Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tevdigerin û got: "Piştgiriya me dikin û ji bo em xwe bigihînin hevalên ciwan têdikoşin. Daxilî nav xebatên me dibin. Xebatên me yên ciwanan tim tên îllegalîzekirin. Lê tevî hemû astengiyan jî em Meclîsa Ciwann a HDP'ê em ê tiryakê ji holê rakin."