2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • ciwan
  • 14:08 25 Sibat 2022
  • |
img
ANTALYA - 2 xwendekarên ku yek ji wan li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê rastî êrişê hatibû, li ser gilî kirinê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nijadperest di 22’yê Sibatê de êrişê xwendekarê kurd kiribûn û li Botan Artûç, Hatîce Tong û Fevzî Aka dabûn. Xwendekarên ku li nexweşxaneyê hatibûn dermankirin, giliyê êrişkaran kiribûn. Tevî giliya xwendekaran jî êrişkar nehatin binçavkirin. 
 
Di navbera xwendekarên kurd ên rastî êrişê hatin û kesekî ku hat diyarkirin di nav koma nijadperest de cih digirt duh rageşî derketibû û kesê nijadperest reviyabû. Li ser gilîkirina vî kesê reviyayî Fevzî Aka û Mîr Hasan Yildirim ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Xwendekarên îro birin dozgeriyê hatin berdan. Hat hînbûn ku derbarê xwendekaran de bi îdiayên “gef” û “heqaretê” kirarî hatine kirin.