Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan

  • ciwan
  • 16:21 3 Adar 2022
  • |
img

DÊRSIM - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê li cihê ku Gulistan Doku lê hatiye windakirin, têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek da. 

 
Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li ser Pira Dînarê ku tê îdiakirin xwendekara zanîngehê Gulistan Doku herî dawî li wê derê hatiye dîtin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dem dema vejîna jinan e” hate vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Gulistan Doku li ku ye?” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de li gel parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, gelek kesên din jî amade bûn. 
 
BERTEK NÎŞANÎ DESTHILATDARIYÊ DAN
 
Di daxuyaniyê de ji xwendekarên Zanîngeha Munzurê Melîke Altintaş diyar kir ku ev 2 sal in tu agahî ji Gulistan Doku nayên girtin û wiha domand: “Ev desthilatdarî li şûna ku Gulistanê bibîne, kesên pirsa Gulistanê dikin, didarizîne. Di mijara windakirina Gulistanê de herî zêde şik li ser Zaynal hebûn û bi saya vê desthilatdariyê bi rehetî derkete derveyî welat. Vê desthilatdariyê ku bi polîtîkayên wê şênber ku dijminê jinan û kurdan e, hewl da dayik û xwîşka Gulistanê bidarizîne.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Altintaş bi domdarî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin tên revandin û sîxûrtî lê tê ferzkirin. Heke ev rêbaza wan bi ser neket, wê demê jî jinên ciwan binçav dikin, digirin û dixwazin dengê wan qut bikin. Bi sedan hevalên me ji ber têkoşîna xwe ya azadiyê niha di girtîgehê de ne. Em soz didin ku dawî çi dibe bila bibe lê em ê dev ji soza xwe ya têkoşînê bernedin. Her wiha, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê, bi sedan jinên ciwan rastî destdirêjiya çeteyên DAIŞ’ê hatin. Li Efrînê jî gelek hatin revandin û agahî jê nayên girtin. Banga me ji bo hemû jinên ciwan ew e ku li dijî van êrişan, berxwedan û têkoşînê mezintir bikin.”