Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin

  • ciwan
  • 17:01 20 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Îzmîrê binçavkirinên li Amed, Mêrdîn û Rihayê bi meşekê şermezar kir. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçavkirina endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê, Meclîsa Partiyê, Meclîsa Ciwanan û rêvebirên Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) jî di nav de binçavkirina 12 kesan ên bi îfadeya şahida bi navê "Kezîban Kûday" li Amed, Mêrdîn û Rihayê hatin binçavkirin, bi meşekê şermezar kir.
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li ber Mala Çand û Hunerê ya Yamanlar a li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê li hev kom bûn û heya avahiya HDP'ê ya navçeyê meşiyan. Di meşê de pankarta li ser "Dê ciwan têkoşîna xwe bidomîmin, dê li ser çewisandinan serî netewînin" nivîsandî hat hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana ciwanan, bijî berxwedana HDP'ê" hatin berzkirin.
 
Şêniyên taxê û dikandaran jî bi çepik û tilîliyan piştgiriya meşa ciwanan kir.
 
Endamên Meclîsa Ciwanan gotin, "Em ê li her qadê bi bilindkirina têkoşînê bersiva faşîzmê bidin, dê ciwan radestî polîtîkayên çewisîner û tepisandinê yên qesrê nebin" û xwestin hevalên wan hatine binçavkirin bên berdan.