7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 14:38 25 Tîrmeh 2022
  • |
img
ANTALYA - Li Antalyayê 7 ciwanên Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê bi hinceta ku pankart vekirine, hatin binçavkirin. 
 
Ciwanên di çarçoveya maça Tûrnûvaya Kemal Korkut dihat lîstin de, têkildarî qetlîama Zaxoyê pankart vekiribûn û hatibûn binçavkirin. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Antalyayê jî li sehaya maçê 11 kesên ku hatibûn binçavkirin xwestin protesto bikin. Polîsan destûr neda ciwanan ku rewşê protesto bikin. Li ser vê yekê ciwanan li perava behrê hatin cem hev û pankarta "Tundî dê nikaribin me bitepisînin" vekirin. Polîsan ciwanên bi navên B.A.,B. A, Î. A.,B.K., B.T., A. K. û F. A. bi hinceta ku pankart vekirine kirin binçavan.  
 
7 ciwanên ku hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Antalyayê tên ragirtin û tê payîn ku wan sewqî edliyeyê bikin.