Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!

  • ciwan
  • 09:05 28 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Ciwanan diyar kir ku Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût tevî tacîz û binçavkirina polîsan bi coş berdewam dike û gotin: “Hemû ciwan li qadan gol avêtina faşîzmê didomînin.”

Tûrnûvaya fûtbolê ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi dirûşmeya “Tu jî golekê biavêje bendewariyê” daye destpêkirin didome. Tûrnûvaya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleya polîsan hate qetilkirin, tê lidarxistin, 12 jê tîmên jinan 152 tîm tev li bûn. Di çarçoveya tûrnûvayê de di 23’yê Tîrmehê de polîsan êrişî maça li Gazîosmanpaşayê hate kirin, kirin. Polîsan ji êrişê re weke hincet pankarta ku ciwanan ji bo Komkujiya Roboskê û Zaxo şermezar bikin vekirin nîşan dan. 11 kesên bi ledanê hatibûn binçavkirin pişt re hatin berdan. Polîsan xwestin ku pankartên Kemal Kûrkût jî daxînin. Tevî vê yekê gef li xwediyên qadên fûtbolê jî kirin ku ji maça nedin lîstin. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanên Demokratîk (DOM) Sabahattîn Bal û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê Stenbolê Guney Yildirim, ên tev li tûrnûvayê bûn, têkildarî astengî û zextên polîsan axivîn. 
 
PANKARTA ZAXO
 
Endamê DOM’ê Sabahattîn Bal ê di maça di 23’ê tîrmehê de hate kirin, hatibû binçavkirin, diyar kir ku polîsên beriya maçê bi kamerayê dîmenên wan kişandin ji ber pankarta “Ciwan wê hesaba komkujiyên ji Roboskê heta Zaxo bipirse” ew tacîz kirine. Bal, da zanîn ku polîsan bi hinceta “fermana dozgeriyê heye” pankart nedane wan û wiha got: “Hevalan xwest vê fermanê bibînin lê tu ferman nehatin destê wan.”
 
Bal, diyar kir ku piştî maçê xwestin ji qadê derkevin lê polîs ji vê yekê re bûne asteng û wiha berdewam kir: “Tevî dorpêçê jî belgeya fermanê nîşanî me nedan. Me li miduriyeta polîsan jî nezanî ku em bi çi hêcetê binçavkirine. Ji me re gotin ku bi hincetên ‘li dijî polîsan li ber xwe dane û peywîr bi wan nedaye kirin’ hatine binçavkirin. Me ferq kir ku binçavkirina me têkildarî pankartan nîne. Meseleya wir sabotekirina coşa maçê bû.” 
 
‘TÛRNÛVA WÊ BIDOME’
 
Bal, da zanîn ku polîsan li kesên binçavkirin dan, laşê wan reş û şîn bûne, rapora lêdanê ji nexweşxaneyê wergirtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li wir xwest balê bikişînin ser du tiştan. Me hewl da bi lêv bikin ku ferqa Komkujiya Roboskê û ya Zaxo nîne. Me bi taybetî xwest diyar bikin ku bi taybetî meclîsên ciwanan li dijî her cure komkujiya ne.” Bal, destnîşan kir ku bi tûrnûvayê xwestin li dijî fihûş, tiryak û bendewariyê bi ciwanan re têkoşîneke kolektîf bimeşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila ev êriş bandora neyînî li ciwanan neke. Maçên me bi awayekî bicoş ji cihê mayî berdewam dikin. 7 hevalên me yên ji Antalyayê ji ber bertek nîşanî binçavkirina 11 hevalên me da, hatin binçavkirin. Lê dîsa çi dibe bila bibe wê tûrnûva berdewam bike. Em hemû ciwanan vedixwînin ku bi me re bin.”
 
‘EM Ê LI QADA AX BILÎZIN’
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Guney Yildirim jî diyar kir ku dixwazin hişmendiya “futbola endüstriyel” vegerînin “hişmendiya fûtbola komunal”. Yildirim, bi lêv kir ku armanc dikin ku ciwanan ji polîtîkayêwn tiryakê û bêesil dûr bixin û wiha got: “Dewlet dibêje me komkujî pêk neanî  ye û êrişî pankarta têkildarî komkujiyê dike. Hewl dide li ser vê yekê turnuvaya fûtbolê îllegal nîşan bide. Dewlet îro ew qas acize ku êrişî maçekê jî dike.”
 
Yildirim di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Qasî ku ew êriş bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke ku qad nebin em bilîzin, em li qadên ax li nav taxan lîstina xwe bidomînin. Ji bo ku ciwan tûrnûvaya fûtbolê lidarnexin, dewlet bi awayekî bişerm dest bi êrişê kiriye. Polîs diçe gefan li qadên ku beriya niha pê re hatine axaftin û li hev kirine, dixwe. Ji bo ku bandoreke psikolojik li tîmên tên bikin li dora qada fûtbolê disekinin. Bi awayekî giştî hewl didin zextê bikin.”
 
‘JI TÛRNÛVAYÊ DITIRSIN’
 
Yildirim, bi lêv kir ku dewlet ji turnuvaya ku ciwanan bi rêxistinkirî jî ditirse û êrişa li dijî tûrnûvayê weke “êrişa li dijî gel” penase kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gel li dijî vê yekê ne ji tûrnûvayê paş ve gav diavêje ne jî paş ve diçe. Bi heman kelecan û hestiyariyê maçên xwe didomîne. Tîm û maçên tên lîstin vê berxwedanê û têkoşînê temsîl dikin. Tûrnûvaya me bi hemû coşa xwe berdewam dike. Hemû ciwan li qadan gol avêtina faşîzmê didomînin.”