Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in

  • ciwan
  • 16:06 10 Kanûn 2022
  • |
img
MÛŞ - Berdevka Meclisên Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag ku di civîna ciwanan a li Mûşê de axivî, diyar kir ku yên her cure derfetê didin tarîkatan sûcdarên herî mezin ên îstîsmarê ne û bi lêv kir ku li tacîz û tecawizkaran polîtîkaya bêcezahiştinê tê sepandin.
  
Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag li Mûşê bi ciwanan re civiya. Civîna ku li avahiya HDP’a Mûşê bi dirûşmeya, “Bi Ciwanên Rêxistinkirî Ber bi Pêşeroja Azad ve” hate lidarxistin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê amade bûn. Li eywanê wêneyên Hakî Karer, Seyît Riza û Mazlûm Dogan û  pankartên wekî “Zimanê Demokrasiyê Çalakî ye”, “Yan Serkeftin Yan Jî Mirin”, “Jin Jiyan Azadî”,  “Bi Tekoşîna Jinên Ciwan Jiyana Azad Biafirînin “ û “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî serbikevin” hatin daliqandin
 
‘LI SER CIWANAN POLÎTÎKAYÊN ZEXTÊ YÊN MEZIN HENE’
 
Civîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag a di civînê de axivî, bal kişand ku li welat li ser ciwanan polîtîkayên zextê yên mezin tên meşandin. Dag, anî ziman ku li zanîngehan xwendekar ji aliyê aboriyê ve zehmetiyan dikişînin û nikarin debara xwe bikin.
 
‘BERPIRSYARÊN ÎSTÎSMARÊ KESÊN JI WAN RE QADÊ VEDIKIN IN’
 
Dag, bi lêv kir ku di demên dawî de bi destê tarîkatan her cure tecawiza li dijî zarokan tê meşrûkirin û wiha got: “Kesên her cure derfetê didin tarîkatan sûcdarên herî mezin ên van îstîsmara ne. Hikûmeta ku ji bo tacîzkar, tecawizkar û qetlîamkeran polîtîkaya bêcezahiştinê dimeşîne, her şêwe zextê li ciwanên dixwazin di nava têkoşîna rêxistinbûyî de cih bigirin, dike. Hewl didin bi binçavkirin û girtinan di bin zextê de bigirin. Em gelek baş dizanin ku polîtîkayên şerê taybet hêza xwe ji vir digirin.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Dag, destnîşan kir ku asteke polîtîkayên şerê taybet li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê mêşandin û wiha got: “Dema tecrîda girankirî mezin dibe li çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên şer têxin meriyetê. Em îro jî dibînin ku li Rojava şer xistine meriyetê. Em dizanin polîtîkayên şerê taybet ji ber çi tên meşandin. Em baş dizanin ku hêza ku van polîtîkayan pûç bike jî çi ye. Em ê bi têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî polîtîkayên tecrîdê pûç bikin. Bila desthilatdariya AKP-MHP'ê baş bizanibe, em ê polîtîkayên şerê qirêj û polîtîkayên qirkirinê yên li ser jin û zarokan bi hêza ciwanan a ku di meclîsên ciwanan ên HDP'ê de birêxistin kirî pûç bikin. Em ê ciwanekî bi tenê jî bêrêxistin nehêlin. Têkoşîna ciwanên kurd her ku diçe li her qadê mezin dibe. Çi dibe bila bibe wê dawî muhteşem be. Ciwanên kurd wê serbikevin.”